AMED - Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî (ASPB), têkildarî serlêdana 4 zarokên ku malbata wan pîsî bi wan dabûn xwarin, destnîşan kir ku “rewşeke heweceyî bi parastinê tune”.
Li gundê Çaqir ê girêdayî navçeya Xana Axpar a Amedê, damarî û birayê ji damariyê pîsiya sewalan bi 4 zarokên ku temenê wan 3, 6, 7 û 10 bûn dan xwarin.
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, têkildarî bûyerê bi delîlên bi vîdeo ve bi rêya Alo 183 serî li Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî da. Lêbelê di bersiva serlêdanê de hate diyarkirin ku pêdiviya zarokan bi parastineke lezgîn tune.
SERLÊDANA SÛC
Piştî bersivên rayedarên ASPB’ê li Serdozgeriya Komarê ya Xana Axparê serlêda sûc hat kirin. Di serlêdanê de hat xwestin ku zarok tavilê werin parastin. Her wiha hat xwestin ku gumanbar ji ber kiryarên wan ên li dijî zarokan bi sûcên îşkence û muameleya xerab bên darizandin û rayedarên saziyên cemawerî yên têkildar ji ber îhmalkariya wezîfeyê ya li dijî îstismarê bên lêpirsîn û ji ber mexdûriyeta negirtina zarokan tevî delîlên şênber, bên darizandin.