DÎLOK - Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê, ji bo Ayşe Tokyaz a ku ji aliyê polîs Cem Koç ve hat kuştin, civiya û diyar kir ku ew ê dozê bişopînin.
Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê, ji bo Ayşe Tokyaz ku ji aliyê polîs Cemil Koç ve hat kuştin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamên platformê beşdarî civînê bûn. Civîn, li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Dîlokê hat lidarxistin.
Pankarta bi nivîsa "Em ê bêdeng nemînin, em ê netirsin, em ê îtaet nekin, em ê li dijî kujer, tacîzkar û bêcezatiyê têkoşîna xwe bidomînin" li hola civînê hat daliqandin. Gulfîdan Ozpolat, li ser navê platformê di civînê de axivî. Gulfîdan Ozpolatê got: "Divê lêpirsînek bibandor were kirin û divê hemû polîs û karmendên din ên giştî yên berpirsiyarê mirina Ayşe Tokyazê û her wiha sivîlên ku alîkariya wê kirine û teşwîq kirine, werin darizandin. Divê Cemil Koç tavilê were girtin. Em ê dozê bişopînin.