STENBOL - Hate diyarkirin ku sewqa rojnamegera girtî û nexweşa çolyakê Perîhan Sevda Erkilinç a ji bo nexweşxaneyê hatiye astengkirin.
Nûçegîhana rojnameya Ozgur Gelecekê Perîhan Sevda Erkilinç, ji 2’yê Gulanê ve girtî ye. Li gorî nûçeya Ozgur Gelecekê, nexweşa çolyakê Perîhan Sevda Erkilinç sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.
Têkildarî mijarê, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskînê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam parve kir: "Rojnameger Sevda Erkilinç a ku li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin, nexweşa çolyakê ye. Me agahî girt ku hefteya borî ji ber xwarina bi gluten danê wê, rewşa wê ya tenduristiyê xira bûye.”