ÎZMÎR - Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer, Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglu û Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê yê berê Heval Savaş Kaya jî di nav de 45 kes hatin girtin.
Li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de biryara binçavkirina 157 kesan hat dayîn. Di encama serdagirtina malan de di nava wan de Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer, Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglu û Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê yê berê Heval Savaş Kaya hebûn 118 kes hatin binçavkirin. Piştî 4 rojan kesên binçavkirî derxistin Edliyeya Îzmîrê.
Piştî îfadeyên li Dadgeriya Ceza ya Sulhê, tevî Şaredarê berê Soyer, Aslanoglu, Kaya heta niha 45 kes hatin girtin. Her wiha Midurê Giştî yê ÎZSU’yê Gurkan Erdogan, Serokê Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê yê berê Ulaş Aydin û Ertan Dîkmen jî di nav de 15 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Îfadeyîna binçavkiriyan hîn jî didome.