Meral Daniş Beştaş: Geşedanên li Rojhilata Navîn ji Tirkiyeyê re dibêje ‘pirsgirêkên xwe çareser bike’

  • rojane
  • 09:20 27 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku mezintirîn pêdiviya welat aştî ye û got: "Geşedanên li Rojhilata Navîn ji Tirkiyeyê re dibêjin 'pirsgirêkên xwe çareser bike.' Em, nûnertiya Rêya Sêyemîn dikin. Dixwazin Rojhilata Navîn demokratîk bibe."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 3’yê Mijdara 2024’an de 13’emîn Kongreya Asayî li dar xist û ji bo avakirina aştiyê plansazî û bernameyek danî pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de civînên bi gel re, konferans û panel hatin lidarxistin. HDK, ji bo civakîkirina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî lez da xebatên xwe. 
 
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî xebatan, pêvajoyê û geşedanên li Rojhilata Navîn axivî. 
 
‘YEK JI PIRSGIRÊKÊN TIRKIYEYÊ AŞTÎ YE’ 
 
Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku yek ji pêdiviya herî mezin a Tirkiyeyê aştî ye û got ku Abdullah Ocalan ji salên 90’î heta niha her tim xwestiye pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Meral Daniş Beştaş, got ku baweriya gel bi îktîdarê nayê û fikaredar nêzî pêvajoyê dibin. Meral Daniş Beştaş, got: “Li rexekî daxwazeke mezin heye lê li rexa din fikar hene. Ev jî ji ber şêweyê rêvebirinê yê îktîdarê ye. Weke mînak, ji 2015’an heta niha plana têkbirinê di meriyetê de ye.” Meral Daniş Beştaş, ku girtin, binçavkirin û komkujiyên ji 2015’an heta niha bi bîr xist, anî ziman ku ev kiriyar di bîra gelê Kurd de ye û got: “Malbatên hêj li cenazeyên zarokên xwe digerin hene. Xizmên girtiyên nexweş hene. Gelek mînakên wekî van, fikar û bêbaweriyê zêde dikin.” 
 
BANGA ABDULLAH OCALAN 
 
Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser piştevaniya navneteweyî ya siyasî û civakî ya ji bo banga Abdullah Ocalan û got ku di rewşekî wiha de li Tirkiyeyê beşekê civakê weke “dijmin” hatiye ragihandin û operasyonên li dijî CHP’ê bi bîr xist. Meral Daniş Beştaş, destnîşan kir ku divê hemû kes tev li pêvajoyê bibe û got: “Gel, ji me re dibêje ‘Çi bendewariya we ji îktîdarekê ewqas zextê dike û darazê weke amûr bi kar tîne heye?’ Têkoşîna aştiyê û ya civaka demokratîk girêdayî hev in. Em ji bo her kesî edalet, demokrasî û azadiyê dixwazin.” 
 
‘PÊVAJO BI GELAN RE DIKARE BIMEŞE’
 
Meral Daniş Beştaş, daxuyand ku îktîdar zextê li CHP û muxalefetê dike û bal kişand ser operasyona li dijî HDK’ê. Meral Daniş Beştaş, got ku ev kiriyar zirarê didin pêvajoyê û rê li bêbaweriyê vedikin. Meral Daniş Beştaş, got ku tevî her êrişan jî ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û ev tişt anî ziman: “Ev pêvajo ne tenê bi îktîdarê re, bi gel re tê meşandin. Hemû welatî li dora vê maseyê ne.” 
 
AVAKIRINA KOMÎSYONÊ
 
Bi domdarî Beştaş, anî ziman ku di pêvajoyên diyalog û muzakereyê de divê hin tişt bên kirin û got: “Divê di qanûnan de jî guhertin bên kirin. Navnîşana vê jî Meclis e. Birêz Ocalan jî vê dibêje. Bi qasî ez dibînim, ji bilî Partiya Îyî tu partî li dijî vê komîsyonê nînin. Em li bendê ne di nava vê hefteyê de ava bibe û di Tirmehê de jî teşe bidinê. Piştre jî dê guhertinên din di rojevê de bin.” 
 
DIVÊ MEKANÎZMAYÊN DARAZÊ BIGUHERIN
 
Meral Daniş Beştaş, got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê mekanîzmaya darazê biguhere, divê tayînên HSK’ê adilane bin, destûreke bingehîn a demokratîk were çêkirin û got: “Divê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe, rêveberiyên herêmî bên xurtkirin, hemû ziman bikare di qada cemaweriyê de bên bikaranîn û navên cihan biguherin. Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê jî biguhere.” Meral Daniş Beştaş, got ku divê îktîdar lez bide xebatên xwe, bi bîr xist ku Meclis dê di 1’ê Tîrmehê de bikeve betlaneyê û xwest hemû komên parlamentoyê di wê navberê de xebatan bimeşînin. 
 
GEŞEDANÊN LI ROJHILATA NAVÎN 
 
Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got: “Geşedanên diqewimin, ji Tirkiyeyê re dibêjin ‘pirsgirêkên xwe çareser bike.’ Li Rojhilata Navîn rewşekî metirsîdar heye. Dewletên serdest hewl didin teşe bidin vê xakê. Em ne bi Îsraîlê ne jî bi Îranê re ne. Bo me ya girîng, şêweyê rêveberiyê, nêzikatiya li dijî dijî gel û nirxên mirovî ne. Duh l Îranê du ciwanên Kurd darve kirin. Em behsa rejîmeke zilmê dike dikin. Îsraîl li Xezeyê qirkirinê dike. Em li gel demokratîkbûna Rojhilata Navîn in. Em Rêya Sêyemîn temsîl dikin.”
 
MA / Melîk Çelîk
 
 

Sernavên din

03/07/2025
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin