Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû

  • rojane
  • 11:11 26 Hezîran 2025
  • |

ENQERE - Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan piştî hevdîtina bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re axivî û got: “Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû û em ê van di rojên pêş de parve bikin.”

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar piştî hevdîtina bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re, li Meclisê daxuyanî da. 
 
Pervîn Buldanê di daxuyaniyê de da zanîn ku ew ji bo guftûgokirina qonaxên pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd civiyane û got: “Têkildarî qonaxa heyî me agahî bi hev re parve kirin. Hevdîtineke pir erênî bû. Eleqe û berpirsyartiya birêz Kurtulmuş a ji bo pêvajoyê gelek girîng e. Me ji bo piştevaniya daye spasiyên xwe jê re dikin. Di rojên pêş de em ê bêhtir bi hev re hevdîtinan bikin. Dê hevdîtinên berfirehtir û bi hûr û kûrtir bên kirin. Ji ber ku pêvajo derbasî qonaxeke diyar bû. Em ê van qonaxan di rojên pêş de parve bikin.” 
 
‘DÊ HEVDÎTIN BÊN KIRIN’ 
 
Pervîn Buldan, da zanîn ku pêvajo derbasî qonaxeke girîng bûye û wiha pê de çû: “Li gorî me girîng e ku ev pêvajo li ser zemîna parlamentoyê were domandin. Di nava du hefteyan de em ê bi birêz Bahçelî, birêz Ozgur Ozel û bi birêz Erdogan re hevdîtinan bikin û piştre bi birêz Ocalan re li Îmraliyê hevdîtinê bikin. Ji bo pêvajo erênî dbidome, em ê hevdîtinên xwe bidomînin.” 
 
SANCAR: BI TEVLIBÛNA CIVAKÊ DIVÊ WERE XURTKIRIN  
 
Mîthat Sancar jî got: “Ji bo pêvajo bi beşdariya gel bidome û di rêya aştiyê de gavên saxlemtir bên avêtin, divê Meclis bikeve dewrê. Hem raya giştî hem jî partiyên siyasî daxwaza avakirina komîsyonekê dikin. Hevdîtinên ser şert û hûrgiliyên komîsyonê didomin. Birêz Kurtulmuş piştî hevdîtina bi serokwekîlên partiyan re nêrînên wan bi nivîskî jê xwest. Di roja duşemê de jî dê şêweyê komîsyonê şênber bibe. Me jî fikrên xwe parve kir. Ji bo rewatiya civakî û temînata hiqûqî, Meclis diyarker e. Daxwaz û îradeya Serokê Meclisê ya di vê mijarê de xurt e. Em dibînin ku ji bo rola xwe bilîze vekirî ye. Dibe ku rexne û nerazîbûnên her kesî hebin lê hewceye ev bi uslubeke baş û çêker û li ser zemîna Meclisê bin. Ev yek dê ji bo aştiya civakî sûdewer be.” 
 
HEVDÎTINA BI SEROKKOMAR RE  
 
Pervîn Buldan piştre pirsên rojnamegeran berisvand. Ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re Pervîn Buldanê wiha got: “Em ê di demekî herî nêz de bi birêz serokkomar re hevdîtinê bikin. Lê di destê me de niha dîrokek nîne. Em li bendê ne ku bersiva me bidin û dîrokê ji me re bibêjin.” 
 
'TU HUKMÊ DOZA KOBANÊ NÎNE’ 
 
Ji bo pirsa têkildarî Doza Kobanê ku duh biryara bihincet hat aşkerakirin jî Pervînê Buldanê got ku tu hukmê vê biryarê nîne. 
 
Pervîn Buldan, têkildarî hevdîtinan jî wiha got: “Li gorî qonaxan em biçin serdanan. Dê li gorî qonaxan binirxînin. Heke ji ewil Îmrali be, dê piştre biçin serdana partiyan. Ji bo me ferq nake lê em li gorî qonaxan dinirxînin. Komîsyona li Meclisê tê avakirin dê di demekî herî kin de û bi mutebeqetekê were avakirin.” 
 
 
 
 
 

Sernavên din

03/07/2025
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin