Rêxistinên sosyalîst: Divê teqez em vê pêvajoyê civakî bikin

  • rojane
  • 09:59 26 Hezîran 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Nûnerên rêxistinên sosyalîst ên li Mêrsînê diyar kirin ku divê sosyalîst teqez vê pêvajoya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd civakî bikin. 

 
Nûnerên rêxistinên sosyalist ên li Mêrsînê, bal kişandin ser pêvajoya ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dest pê kirî û diyar kirin ku divê ji raboriyê ders bên derxistin û divê pêvaoya nû bi tifaqeke civakî ve pêk bê. Berdevkê Tevgera 78’iyan a Mêrsînê Nejdet Kiliç, diyar kir ku pêvajo hem hêvî û hem jî fikar ji bo civakê çêkiriye. Kiliç, pêşniyara Abdullah Ocalan a civaka demokratîk, biratiya gelan, pêkvejiyana bi xwişk-biratî û hemwelatiyeke wekhev wek “fikrek biqîmet” nirxand û wiha axivî: “Em wek kesên sosyalîst, şoreşger, demokrat divê teqez pêvajoyê xurt bikin û civakî bikin.”
 
Kiliç, destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e herwiha ji bo sosyalîst, şoreşger û kesên pêşverû ne û diyar kir ku divê pêvajo civakî bibe. Kiliç, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "PKK’ê xwe fesix kir, divê dewleta Komara Tirkiyeyê di vê mijarê de gav biavêje. Divê bombebaran neyên kirin. Kesên ku van pevçûnan bixwazin helbet dê derkevin, divê ev pevçûn tavilê bên rawestandin û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Avakirina civaka demokratîk, divê bi me hemûyan, bi hêzên demokrasiyê ve pêk bê. Hûn hem dibêjin ‘Pêvajoya aştiyê’ û hem jî bombebaranû mirin didome. Em vê yekê qebûl nakin, ev ne helwesteke rast e. Dê pêşî li provokasyonan vebike. Ji ber vê divê ev hevdîtinên aştiyê wekî ku rêzdar Ocalan jî dibêje li Meclisê bi rêyên hiqûqî bê çareserkirin."  
 
‘BERPIRSIYARIYÊN XWE BI CIH NAYÎNIN’
 
Cîgira Serokê Desteye Rêvebir a Komeleya 68’iyan a li Mêrsînê Fîgen Kandemîr jî diyar kir ku bêbaweriya bi pêvajoyê di nava sosyalîstan de xurt e û wiha domand: "Divê bi baldarî tev bigerin, cîhaneke nû tê avakirin. Berê sînor dihatin xêzkirin, êdî nexşeya cîhanê ya derî sînoran tê xêzkirin. Êdî nexşeyek ji aliyên hêzên emperyalîst ve hatiye çêkirin heye. Dema em li vê nexşeyê dinêrin, em rewşa Efxenistan, Pakistan, Lubnan, Iraq, Sûriyeyê û niha jî geşedanên Îranê dibînin. Di vê nexşeya nû de rewşa Tirkiyeyê girîng e. Pergaleke desthilat li cîhanê serdest e. Pergala şer serdest e. Em ji vê rewşa cîhanê pir ne dûr in. Ev pêvajo ji yên din cudatir e. Ji ber wê em bi hêvî bûn ji bo gavavêtina dewletê lê hêj gaveke nehatiye avêtin.”
 
Fîgen Kandemîrê diyar kir ku deweletê gaveke şênber neavêtiye û ev yek di civakê de bêhêvî çêkiriye. Herwiha Fîgen Kandemîrê destnîşan kir ku weke sosyalîst dê şopdarê vê pêvajoyê bin û axaftina xwe wiha domand: “Têkoşîna aştî, demokrasiyê û kedê. Dê ev hîmên têkoşîna me bin. Bêyî şert û merc divê dewlet pêşiya ked, demokrasiyê vebike û êdî gav biavêje.”
 
‘BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’
 
Damezrînerê Rêvebirê Şoreşgerên Lîseyî (Dev-Lîs) a ku di sala 1974’an de hatibû damezrandin Îhsan Derînoz diyar kir ku têkoşîna Kurd gîhaştiye qonaxeke girîng û di têkoşîna wan de bedelên giran hatine dayin. Derînoz, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Axa Tirkiyeyê axa me hemûyan e. Ji bo demokrasiyê û komareke demokratik berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. Bila dewlet û her kes perpirsiyariya xwe bi cih bîne. Lewre ev pirsgirêk me hemûyan eleqedar dike.” 
 
‘EM JI BO WELAT Û DAHATÛYÊ TEVBIGERIN'
 
Sekreter Şaxa Mêrsînê ya Sendîqayên Teqawid ên 2021’an Sidika Gunduz, diyar kir ku pêvajoya di rojevê de ye hêj ne zelal e û ji ber wê civak bi fikar e. Sidika Gunduz, ev tişt anî ziman: "Em welateke demokratîk dixwazin. Aramanca me ew e ku em dixwazin awayeke mirovî bijîn. Bila dayik negrîn, leşker an gerîla am naxwazin kesek bimire. Divê pêvajo baş birêve biçe ger ev pêvajo biserbikeve dê destkeftiyên me zede bin.” 
 
MA / Abdûlkadîr Ayten
 
 

Sernavên din

03/07/2025
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin