Li 21 gundên Licê lêgerîna petrolê tê kirin: Qada me ya jiyanê tê tunekirin

img
AMED - Welatiyên Liceyê bertek nîşanî lêgerîna petrolê ya li 21 gundên navçeyê dan û gotin: “Malên me, qadên me yên jiyanê talan dikin. Em lêgerînên petrolê naxwazin.”
 
Gundên navçeya Licê ya Amedê ku di salên 90’î de bi darê zorê hatibûn valakirin, niha jî bi xetereya talanirina di bin navê lêgerîna maden û petrolê de rû bi rû ne. Şîrketa Anonîm a Turkish Petroleum International (TPÎC) ku xwediyê wê Wekîlê AKP’ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû ye û şirîkê Şirîkatiya Anonîm a Peterolên Tirkiyeyê (TPAO) ye, herî kêm li 21 gundên navçeya Licê xebatên lêgerîna petrolê dike. Di Cotmeha 2023'yan de li nêzî devera Yolçatiyê şantiye danî û dest bi xebatan kir. 
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin; xebatên lêgerînê li gundên Şêxan, Melê, Tute, Koçeran, Banaderan, hêz, Maz, Licok, Derxust, Cinezur,  Sîsê, Cemar,  Kerwes, Mişrif, Nênyas, Hezan, Firdevs, Comelaş, Derkam û Goma Êliqayê jî di nav de herî kêm li 21 gundan tên domandin. Li cihên petrol lê nehatiye dîtin jî qadên daristanê hatin talankirin. Li hinek herêman hejmar lê hatiye kirin û sondaj lê hatine danîn. Li herêmên keşf lê hatiye kirin jî ne tenê qadên daristanê, di heman demê de qadên jiyanê yên welatiyan jî hatine talankirin. Welatiyên ku bertek nîşanî talanê dan, diyar kirin ku rayedarên şîrketan ji wan re gotine: “Heke hûn nexwazin dawiya we jî mîna ya bapîrên we ya salên 90’î be, bêdeng bin û vê derê biterikînin.” 
 
Şêniyên gundên herêmê jî gotin ku ew xebatên petrolê naxwazin û xwestin xebat bên sekinandin. Ji welatiyên gundê Sîsê Îsa Dagtaş, da zanîn ku gundê wan di 1993-1994'ê de ji hêla leşkeran ve hatiye şewitandin û nêzî 12 kesan canê xwe ji dest dane. Dagtaş, diyar kir ku xelkê gund ji ber komkujî û îşkenceyan gund terikandine û wiha domand: “Her yek ji wan çû herêmêke cuda. Di sala 2001’ê de destûr dan ku em ji serê sibehê saet 9’ê heta 5’ê li gund bin. Hêdî hêdî li vir dîsa jiyanek ava bû. Gundî dîsa vegeriyan. Darên xwe çandin, xaka xwe şîn kirin, bax û baxçeyên xwe xweşik kirin û dest bi mêşvaniyê kirin. Lê çi ecêbe ku em niha jî pirsgirêkên ekolojiyê dijîn. Pêvajoyeke gelek qirêjî dîsa tê meşandin. Niha jî dixwazin bi polîtîkayên eko-qirkirinê me ji vir koç bikin. Ji ber xebatên wan, darên me yên fêkî, bax û baxçeyên me hişk bûn. Mêşhingiv mirin, li vir genim çênabe û em nikarin darên fêkiyan deynin.” 
 
'QADÊN DÎROKÎ DI BIN XETEREYÊ DE NE’
 
Bi domdarî Dagtaş got ku gundên wan her wiha cihên dîrokî ne û niha di bin xetereyê de ne. Dagtaş, ev tişt anî ziman: “Ji hêla ekolojîk ve pirsgirêkên cidî hene. Bila ekolojiya me texrîb nekin. Li vir mirov û ajal dijîn. Guherîna ekolojiyê dê bi xwe re bandoreke neyînî bîne. Em naxwazin bi tu awayî dest bidin xwezaya me. Em ê gundên xwe bernedin. Ji bo terka van gundan nekin me di salên 90’î de bedel da. Me heta niha tiştek ji komeleyên ekolojiyê û parastvanên hawirdorê nekir û tiştek jê nexwest lê em niha banga piştevaniyê li wan dikin da ku rê li ber vê texrîbatê were girtin.” 
 
'OKSÎJEN NAMÎNE’
 
Kezîban Turan a li gundê Nênyasê dijî jî got ku di bin navê lêgerîna petrolê de gelek dar tên birîn, qadên wan ên sewalkariyê tên tengkirin û bi birîna daran oksîjena wan tê tunekirin. Kezîban Turan, wiha domand: “Oksîjen namîne, sewalên me birçî dimînin. Em naxwazin li gundê me petrolê derxînin. Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî dixwazin bi vê awayî me koçber bikin. Heke em gundî bibin yek dikarin van xebatan bidin sekinandin.” 
 
'LI RX MALA MIN LI PETROLÊ DIGERIN’
 
Hasan Harman ê ji gundê Sîsê jî got ku li kêleka mala wî lêgerîna petrolê tê kirin û wiha axivî: “Li kêleka mala min li petrolê geriyan. Piştre hejmar kirin, şop li wir hiştin û çûn. Dixwazin li rex mala min petrolê derxînin. Heke petrol were derxistin dê hem mala min hilweşe hem jî tevahiya erdê min ji dest min biçe. Bi vê xebata xwe ne tenê xwezayê talan dikin, mala me jî bi serê me de hildiweşînin. Lê em ê destûrê nedin û ji malên xwe dernekevin û terka vir nekin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û vê derê pêşkeşî wan nekin.” 
 
Abdullah Balta yê ji gundê Licokê jî da zanîn ku ew debara xwe bi sewalkariyê dike û wiha got: “Di bin navê lêgerîna petrolê de gelek dar birîn û qada sewalkariyê teng kirin. Ji lêgerîna petrolê zêdetir, rewşekî polîtîk e. Divê ev xebat bên sekinandin. Bi birîna daran ekolojiya xaka me têk dibin. Em vê texrîbata ji ber petrolê tê kirin, qebûl nakin.” 
 
MA / Heval Onkol
 

Sernavên din

03/07/2025
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin