Li Sûriyeyê çi diqewime?

  • rojane
  • 13:51 13 Hezîran 2025
  • |
img
RIHA - Sûriye di kişika aktorên herêmî de qada têkoşînê ye ku her pêngavên lê tên avêtin bi hûr û kûr tên hesabkirin. Dê dîplomasiya stratejik a Rêveberiya Xweser û yekitiya Kurdan di vê hevkêşeya aloz de diyarker bin. 
 
Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasê û destanîna Heyet Tehrîr el-Şamê li ser desthilatê de şeş meh derbas bûn, di nava vî şeş mehî de gelek guherînên siyasî, leşkeri û aborî rû dan. Lêbelê ev pêvajo, di dewsa îstîqrara navxweyî de bi aloziyê û hewlên bo lêgerîna meşrûiyeta derve û qayişkêşana aktorên herêmî ve şêwe girt. Geşedanên ku bi tayînkirina Serkirdeyê HTŞ’ê Ahmed el-Şara wek serokê demkî yê Sûriyê û heta rakirina mueyîdeyên Amerîkayê nîşan dide ku Sûriye veguheriye depek aloz a kişikê. Rûdanên di nava du hefteyên dawîn de, van hevkêşeyan bêtir tevlihev kir.  
 
LÊGERÎNA MEŞRÛIYETÊ Û NAKOKÎ
 
Hikûmeta demkî ya Şamê, bi serkirdetiya El-Şara ve ji bo meşrûiyeta navneteweyî bi dest bixe lêhûr bû ye. Di 29’ê Çile de El-Şara weke serok hate tayînkirin, lidarketina Kongreya Guftûgoyên Neteweyî ya di 25-26’ê Sibatê û îlana danezana destûra bingehîn a di 13’ê Adarê weke avêtina bingeha Sûriyeya nû hate raberkirin. Lêbelê ev gav, bêyî ku di navxweyî de rêbazeke tevgir ava bike, nîşaneya lêgerîna desthilata yekalî ye. Hikûmeta ku di 29’ê Adarê de bi pêşengiya El-Şara ve hate avakirin, bêyî ku beşên dîtir ên civakê temsil bike, xeta HTŞ a şerîatparêz-cîhadîstê dide der. Ev rewş, li dijî ruhê hevpeymana bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di 10’ê Adarê de ye û ji bo cibicihkirina hevpeymanê astengiyan ava dike.
 
MUEYÎDE HATIN RAKIRIN
 
Ji ber sedema berjewendiyên hêzên hegemon di qada navneteweyî de El-Şara bi germahî tê pêşwazîkirin, ev yek di qada navneteweyî de ji bo Hikûmeta Şamê avantajan diafirîne. Hinek welatên Ereb, bi piştevaniya Tirkiyeyê û Fransayê ve ji bo meşûiyeta hikûmetê roleke diyarker dilîzin. Di 14’ê Gulanê de li Erebistanê Seûdî hevdîtina bi Trump re û rakirina mueyideyên DYA’yê ji bo Şamê bû xala werçerxê. Lêbelê ev pêvajo, bi zêdebûna desthilata Erebistana Seûdî ve bi xwe re hinek tevlihevî peyda kir. Pêşniyariya Seûdî ya bo rakirina mueyideyan û şertên ku DYA danî (çavdêriya Seûdî li ser banka, parastina kêmneteweyan, qedexekirina çekên stratejik), qada tevgerê ji bo El-Şara sînordar kir. Parvenekirina hinek ji van şertan bi MÎT’ê re bû sedema qeyranê di navbera Hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê. Di du heftiyên dawîn de, rewşa siyaseta Sûriyeyê bêtir bi hereket bû. Di 20’ê Gulanê de YE, rakirina mueyideyên aborî ji bo Sûriyeyê ragihand, ev biryar ji aliyê Nûnerê Derve yê YE’yê Kaja Kallas ve jî hate aşkerakirin. Di civînên Koma Tirkiye-DYA ya Sûriyeyê de, her du welatan parastina yekparetiya Sûriyeyê û vegera welatiyên Sûriyeyê yên derve ravekir. Di daxuyaniya hevpar a di 21’ê Gulanê de, di çerçoveya têkoşîna bi DAIŞ’ê re rewşa girtîgehan, kampan û rakirina mueyideyan hate gotûbêjkirin. Herwiha, daxuyaniyên Wezîrê Derve Hakan Fîdan li ser geşedanên li Sûriyeyê di civîna Teşkîlata Dewletên Tirkî de aşkera kir ku planên Tirkiyeyê yên ji bo hevkariya bi rêveberiya nû re dê berdewam bikin. Her çendî ev geşedan piştgiriyê bidin ji bo hewldanên hikûmeta Şamê ji bo xurtkirina meşrûiyeta xwe ya navneteweyî lêbelê nebûna gavên berbiçav ji bo çareserkirina aloziyên navxweyî balkêş e.
 
HEVSENGIYÊN HESAS
 
Rewşa ewlehiya li Sûriyeyê bi hatina HTŞ’ê bo ser desthilatê hîn aloztir bûye. Bi cihkirina komên selefî yên radîkal û serokirdeyên SMO’yê ji aliyê MÎT’ê ve bo nav saziyên hikûmetê, binpêkirinên berdewam ên li dijî kêmneteweyan û êrîşên DAIŞ’ê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nîşan didin ku aramî dûr e. Di 6-9’ê Adarê de komkujiyên li dijî Elewiyan û di navbera 29’ê Nîsanê û 3’yê Gulanê de pevçûnên bi Durziyan re eşkere dikin ku hikûmeta Şamê nikare rêveberiyek berfireh ava bike. Bi sazkirina rêziknameyan ji bo komên wekî Ûygûr, HTŞ hewl dide hem cîhana derve razî bike û hem jî plan dike ku van koman li dijî gefên potansiyel ên radîkal bikar bîne. Bombebaranên Îsraîlê yên li ser hedefên leşkerî yên hikûmeta Şamê aloziya herêmî zêde dike. Îsraîl, nêzikbûna komên Sunnî yên radîkal bi qasî Hamas û Hîzbûllah bi xeter dibîne. EV rewş, di nava Tirkiye û Îsraîlê de pevçûneke binavgîn tîne rojevê. Tirkiye, vê tirsa Îsraîlê ji bo wergritina piştevaniyê ji welatên Rojava bikar tîne û dixwaze rola HSD’ê ya li dij DAIŞ’ê wergire û aresteyî Hikûmeta Şamê bike. Di hundir de jî di nava hinek baskên HTŞ’ê de tevlihevî derdixîne. Baskên alîgirên Tirkiyeyê, bi cihbûna Şam û herêmên hesas ên ewlihiyê yên peravê ve xwe weke aktorê herî xurt nîşan dide. Ev rewş ji bo baskê alîgirê El-Şara metirsiyan çêdike û baskên dijber, hewl dide ku tevgerên fermandarên El-Şara sînordar bike. MÎT’ê di serdana El-Şera bo Tirkiyeyê de mercên ji bo rakirina mueyideyan wek biçûkxistina rola Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê şîrove kir û ev bû sedama kûrbûna rageşiyan. 
 
Di hefteyên dawî de, dînamîkên leşkerî li Sûriyeyê nîşan dane ku rageşî zêde dibin. Di 29’ê Gulanê de, DAIŞ’ê êrişa xwe ya yekem li ser hikûmeta nû ya Sûriyeyê dest kir, 7 leşkerên ji Şamê di du êrişên cuda de hatin kuştin. Ev nîşan dide ku DAIŞ hîn jî gef e û dibe ku kiryarên xwe yên li dijî hikûmeta nû zêde bike. Di 30’ê Gulanê de, Îsraîlê li depoyên çek û cebilxaneyê yên Lîwaya 107’emîn a Artêşa Sûriyeyê li Lazkiye û Tartûsê xist. Tê texmînkirin ku di van êrîşan de ji sedî 85’ê cebilxaneya artêşa Sûriyeyê hatiye tunekirin. Di 2’ê Hezîranê de, DYA dest bi vekişîna du baregehên xwe yên leşkerî yên herî mezin li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 3’ê Hezîranê de, rayedarekî berevaniyê yê DYA’yê ragihand ku 500 leşkerên Amerîkî ji Sûriyeyê vekişiyane, du baregeh hatine girtin û baregehek radestî HSD’ê hatiye kirin. Di heman rojê de, du roketên Grad ji Sûriyeyê ber bi Girên Golanê ve hatin avêtin, piştî vê yekê hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê ketine qada hewayî ya Sûriyeyê. Ev geşedan nîşan didin ku Îsraîl siyaseta xwe ya qelskirina hebûna leşkerî li Sûriyeyê didomîne û rola DYA ya li herêmê ji nû ve dinirxîne.
 
FIRSEND Û KEMÎN
 
Rakirina mueyideyan henaseyeke aborî da Hikûmeta Şamê. Di şeş mehên dawî de gelek soz û peymanên aborî hatine dayîn, lê di asta jiyana gel de ti başbûneke girîng nehatiye dîtin. El-Şara, mîna rejîma Esed, bi belavkirina çavkaniyên aborî ji bo derdora xwe û alîgirên xwe hêza xwe xurt dike. Welatên Kendavê û Tirkiye bi rêya peymanên aborî li dû desthilata siyasî ne. Nexasim, şertê ku Erebistana Siûdî sozdayîna razemeniya avakirinê li Şam, Lazkiye û Tartûsê, giraniya Riyadê dê di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de zêde dike. Ev vejîna aborî ji bo Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xetereyan diafirîne. Eger ev herêm ji peymanên aborî werin derxistin, stratejiya Tirkiyeyê ya afirandina nerazîbûnê di nav gel de dibe ku bibandor be. Ji bo Rêveberiya Xweser girîng e ku li dijî vê rewşê dîplomasiyeke baldar bimeşîne û çavkaniyên aborî yên alternatîf bibîne. Di demên dawî de di warê aborî de jî gavên girîng hatine avêtin. Banka Cîhanî ragihand ku deynê 15.5 milyon dolarî yê Sûriyeyê ji aliyê Erebistana Siûdî û Qeterê ve hatiye dayîn. Her wiha, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar ragihand ku di demek nêzîk de dê bi qasî 2 milyar metrekup gaz ji bo Sûriyeyê were hinardekirin. Ev geşedan girêdayîna hikûmeta Şamê bi piştgiriya derve ji bo vejîna aborî zêde dikin, di heman demê de xeteraya vederkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê pêvajoyê zêde dikin.
 
PEYMAN Û DÎNAMÎKÊN NÛ
 
Her çendî peymana 10’ê Adarê ya di navbera Hikûmeta Şamê û QSD’ê de xwedî potansiyela pêşvebirina mijarên bingehîn ên wekî deverên dagirkirî, nenavendîkirin û mafên Kurdan be jî, di pêkanînê de rastî astengiyan tê. Bê guman ya herî girîng ji van astengiyan Tirkiye ye, ku dixwaze destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Her wiha, hikûmeta Şamê armanc dike ku dem qezenc bike da ku bêtir hêz kom bike û QSD’ê ji aliyê aborî û leşkerî ve qels bike. Peymana ku di 28’ê Gulanê de di navbera QSD û HTŞ’ê de hat îmzekirin, aliyekî nû yê têkiliyan vekir. Li gorî peymanê, hate gotin ku QSD dê bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re were entegrekirin. Rexmê ev peyman hevkariya di navbera Şam û HTŞ’ê de xurt dike jî, lêgerîna HTŞ’ê ya zêdekirina bandora xwe li Bakurê Rojhilat ji bo Rêveberiya Xweser xetereyên nû diafirîne.
 
Yekîtîya navxweyî ji bo Kurdan pir girîng e. Her çendî konferansek ji bo yekrêziya Kurd hatibe lidarxistin jî, asta temsîliyetê ji hêviyên me kêmtir bû. Xurtkirina Rêveberiya Xweser bi şêwirmendên pispor û hevkariya aborî bi Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê re dikare zextê kêm bike. Her wiha, dîplomasiya herêmî bi Îsraîl, Îmaratên Yekbûyî yên Ereb û Misirê re ji ber bandora wan li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê girîng e.
 
Di demekê de ku hikûmeta Şamê hewl dide ku pozîsyona xwe bi rewatiya derveyî û destkeftiyên aborî xurt bike, aloziyên civakî yên navxweyî û kaosa ewlehiyê aramiyê tehdît dikin. Rakirina mueyideyê YE’yê, vekişîna leşkerên Amerîkî, êrîşên hewayî yên Îsraîlê û êrîşên nû yên DAIŞ’ê di du hefteyên dawî de hevsengiyên hesas ên li Sûriyeyê bêtir dihejînin. Bandora zêde ya Erebistana Siûdî, pevçûnên fraksiyonên di nav HTŞ’ê de û dînamîkên nû di têkiliyên Şam-Qamişlo de Sûriyeyê dixe serdemeke nû. Lêbelê, ev serdem bi pevçûnên nû tijî ye heke rêveberiyek berfireh û lihevkirinek civakî neyê bidestxistin. Dîplomasiya stratejîk a Rêveberiya Xweser û yekîtîya Kurdan dê di vê hevkêşeya tevlihev de diyarker bin. Sûriye li ser kişika aktorên herêmî de qada têkoşînê ye ku her pêngavên lê tê kirin bi hûr û kûr tên hesabkirin. 
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya