AMED - Hevseroka GABB’ê Neslihan Şedal bal kişand ser rola meclisan a di avakirina “civaka demokratîk” de û got: “Divê meclis veguherin komunan. Divê bikare aqilê hevpar û ruhekî kolektîf ava bike.”
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo diyarkirina nexşerêya şaredariyên di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an diyar bikin, civîneke ku 4 rojan domiya li dar xist. Civîn, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin û di 2 rojên ewil de Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hat lidarxistin. Di du rojên dawî de jî bi beşdariya hemû hevşaredar û endamên meclisê civîn hat lidarxistin.
Hevseroka Yekitiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyayê (GABB) û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, têkildarî xebatên şaredarê û rêxistiniya herêmî axivî.
Neslihan Şedalê diyar kir ku civaka demokratîk dikare weke cigirtina civakê ya bi nirxên xwe ya di nava mekanîzmayên rêveberiyê de were pênasekirin û got: “Ji şêweyê xweîfadekirina hemû dînamîkên di nava civakê de jî demokrasî ye. Lê mixabin li vê erdnîgariyê her ku diçe bêhtir nirx, reng û nasnameyên civakan tên tunekirin. Encamên polîtîkayên qirkirin, pişaftin û tunekirinê yên aqilê netewe dewletê bi awayekî sîstematîk dimeşîne hene. Bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêvajoyek hate destpêkirin û li ser îxtîmala aştiyê tê axaftin. Ev yek encama têkoşîna bi dehan sala ye. Lewma jî aştiya civakî û civaka demokratîk yek ji rojevên sereke yên civîna me bûn.”
'DERBÊ LI DEMOKRASIYÊ DIDIN’
Neslihan Şedal, bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî ya di avakirina civaka demokratîk de û got ku weke DEM Partiyê ew feraseta şaredarvaniyê ya gelparêz û civakparêz diparêzin û hewl didin pergala vê birêxistin bikin. Neslihan Şedal, anî ziman ku ew polîtîkayên xwe di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de diyar dikin û bi vê yekê re jî dê veguherîna civakê pêk bînin. Neslihan Şedal, got: “Meseleya esasî ya bi sedan sala ye gelên me dijîn, meseleya demokrasiyê ye. Di serî de tecrîdkirina jinan a jin hemû mekanîzmayan, derbekî mezin li demokrasiyê hate xistin. Vê jî kir ku jin nekarin der heqê bajar û qadên lê dijîn polîtîkayan pêş bixin û ji hemû qadên jiyanê îzole bûn. Ev yek, encama polîtîkaya qirkirina jinan a mezin bû. Vê jî bi xwe re xizaniya civakê, bajar û cihên bêhafize, bêmirov, bênasname û hwd. bi xwe re anî. Encama vê jî afirandina gelek pirsgirêkên civakî ye.”
RÊYA SÊYEMÎN
Bi domdarî Neslîhan Şedal got ku veguherîneke civaka demokratîk di serî de girêdayî azadiya jinê ye û anî ziman ku gotina Abdullah Ocalan a “Heta jin azad nebe civak azad nabe” rêbaza azadbûna civakan jî nîşan daye. Neslihan Şedal, got: “Divê têkoşîn li ser vî esasî bê birêxistinkirin. Mezintirîn pirsgirêka ku divê em li dijî wê têbikoşin, qirkirina jinê ye. Her wiha meseleya qirkirina ekolojiyê ye. Ev pirsgirêk tevek dikare bi rêveberiyên herêmî bên çareserkirin. Her wiha tespîta ‘Ji sedî 90’ê pirsgirêka Kurd dikare bi rêya rêveberiyên herêmî were çareserkirin’ nîşanî me dide ku pirsgirêkên civakî herî zêde dikare bi destê rêveberiyên herêmî were çareserkirin. Lewma jî rêveberiyên herêmî di mijara avakirina civaka demokratîk de nexşerêyekê raber dikin. Di vê pêvajoya ku ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye kirin de, em di pêvajoyê de dikarin hemû pirsgirêkên civakî û çareseriyên wan, aştiya civakî û demokrasiyê birêxistin bikin. Di vê navberê de siyaseta demokratîk û xeta rêya sêyemîn her ku diçe girîngtir dibe. Divê rêyeke sêyemîn ku ji bo hemû kesan jiyaneke demokratîk, azad û adilane pêşkeş dike heye.”
'DIVÊ MECLIS VEGUHERIN KOMUNAN’
Neslihan Şedalê veguherandina pergalê ya “Rêya Sêyemîn” û “Civaka Demokratîk” jî wihav vegot: “Di nava mekanîzmayên rêvebirinê de hewceye têkildarî pirsgirêkan komîsyon bên avakirin, lijne bên avakirin. Divê mekanîzmayên rêvebirinê, meclis bikevin meriyetê. Ev meclis jî divê veguherin komunan. Ji bo her kesên di meclis û komunan de cih digirin bikarin xwe îfade bikin, divê Konseya Bajar bi aqilekî hevpar û ruhekî kolektîf ava bike. Bi vê yekê re dê bajar, ji aliyê rêveberiyên herêmî ve zemîna herî demokratîk ava bike.”
Neslîhan Şedalê got ku di demeke li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tê axaftin de divê Tirkiye dev ji fikarên xwe yên Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê berde û got: “Ev yek dê di mijara avakirina civaka demokratîk de gelek girîng be. Erê rast e Tirkiyeyê ev peyman îmze kiriye lê di pozîsyonke wisa de ye ku dikare cîbicî neke. Ev peymana behsa xeberê dê bike u li herêmê beşdariya hilbijartinan pir zêde be. Dê mekanîzmayên rêveberiyên herêmî xurt bike û zîhniyeta wesayetê ji holê rake û civak bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike. Nexwe kêmkirina budçeya şaredariyan, bisînorkirina rayeyên meclisên şaredariyan û hwd. ji pirsgirêkan re nabin çareserî û mezintirîn pirsgirêkên li pêşiya demokratîkbûnê ne. Mînaka vê ya herî şênber jî sepana qeyûm e. Derbekî mezin e li dijî vîna gel. Di demeke Banga Aştî û Civaka Demokratîk hatiye kirin de tişta herî pêwîst, xurtkirina rêveberiyên herêmî ye.”
‘DIVÊ HER KES BIKARE XWE ÎFADE BIKE’
Neslihan Şedalê bal kişand ser girîngiya konseyên bajar a di avakirina civaka demokratîk de û got: “Konseyên bajar ne tenê bi rêxistinên civaka sivîl re, bi hemû partiyên siyasî yên li wî bajarî, bi taxi, meclis, komun, keya, rêxistinên pîşeyî û heta platforman, divê zemîna xweîfadekirinê ya bajar be. Hewceye di bin sîwana Konseyên Bajaran de meclisên zarok, jin, ciwan, bawerî, ziman û hwd. bên avakirin. Ev tevek jî mekanîzmayên xweîfadekirinê ne. Konseyên bajar, komun, meclis û hwd. ên em qala wan dikin, dê xizmetê ji aştiya civakî î demokratîkbûna civakê re bikin.”
‘ŞAREDARIYA GELPARÊZ’
Neslihan Şedalê got ku şaredariyên civakparêz û gelparêz feraseta kirdebûna di çareseriya pirsgirêkan de bi xwe re tîne û axaftina xwe wiha qedand: “Li Wanê piştî me şaredarî ji qeyûm standî, me texrîbatên qeyûman rê li ber vekirin û xizmetên me kirin jî bi gel re parve kirin. Gel, bûbû kirdeya pêvajoyê. Di dema qeyûman de gelek texrîbat hatin kirin. Dema em hatin hilbijartin, me di çarçoveya plansaziya stratejiya 5 salan de hema hema xwe gihand hemû gund û taxan. Me bi hemû rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Gel ku der bixwesta me ji ewil xebata xwe li wir da destpêkirin. Vê yekê li aliyekî bi xwe re xwedîderketineke mezin anî. Di wan 10 mehan de em her tim bi gel re bûn û vê jî bi xwe re guherîn û veguherîn anî. Qeyûman herî zêde jî zirar dan pergala jinê. Heke em li dijî van cihêkariyan bi hev re têbikoşin, em ê bikarin bi ser kevin. Dema pirsgirêk bi rêya heman mekanîzmayan çareser kirin, ev yek dê bi xwe re refleksa guherîn û veguherînê jî bîne. Dê veguhere têkoşîneke rêxistinkirî û mekanîzmayên xweparastinê biafirîne. Lewma divê jin li hemû saziyan xwedî derkevin. Dema tên xespkirin jî divê xwedî lê derkevin.”
MA / Bêrîvan Altan - Mujdat Can