RIHA - Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan ku jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate definkirin.
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan (74) li navçeya Sêweregê di qezaya trafîkê de bi giranî birîndar bûbû. Zekiye Ayhan ku xwîn çûbû ser mejiyê wê û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, piştî 16 rojan duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zekiye Ayhanê ji navenda Rihayê anîn navçeya Sêweregê û bi tevlibûna sedan kesan hate definkirin.
Piştî nimêja cenazeyê ya li Mizgefta Abdulkadîr Geylanî, Dayikên Aştiyê dersokên spî û flamaya bi rengên kesk, sor û zer danîn ser darbesta Zekiye Ayhanê. Cenaze, ji mizgeftê birin Goristana Natoyê û Dayikên Aştiyê darbest birin. Zekiye Ayhan, li rex kurê xwe Îbrahîm Ayhan hate definkirin. Li ser wesiyeta Zekiye Ayhanê, bi dersoka kesk, sor û zer hate definkirin.
Wekîlê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar piştre axivî û got: “Em îro ji ber wefata Dayika Aştiyê ya gelê Kurd Zekiye Ayhanê gelek xemgîn in. Dayika Zeko hem Dayika Aştiyê bû hem jî dayika du ewladên egîd bû. Kes nikare ji mirinê bireve lê wesiyeteke wê hebû; daxwaza aştiyeke birûmet dikir. Em li ser gora her duyan jî soz didin; heta ku aştiyeke birûmet tê em ê têbikoşin.”
Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz jî got: “Dayika Zeko ji bo aştiyê têkoşîneke mezin da û di vê oxirê de du ewladên xwe da. Hesreta wê hesreta me ye. Bila aştî soza me ya ji bo hemû dayikan be.”
Şîna Zekiye Ayhanê li Mala Şînê ya Cûma Polat a li Taxa 41 Evlerê ya Sêweregê hate danîn.
ZEKIYE AYHAN KÎ YE?
Keça Zekiye Ayhan a bi navê Yildiz Ayhan (Zekiye) di sala 1991’ê di 19 saliya xwe de tev li refên têkoşîna azadiyê bû û navê dayika xwe li xwe kir. Zekiye Ayhan, 14 sal piştre hîn bû ku keça wê di sala 1995’ê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye û di sala 2009’an de şîn danî. Zekiye Ayhan, dayika siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan e ku di 20’ê Îlona 2018’an de li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê Hewlêlêr krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
'MIN DU ZAROKÊN XWE YÊN EGÎT DAN VÊ TÊKOŞÎNÊ’
Zekiye Ayhan, di 19’ê Îlona 2021’ê têkildarî salvegera wefata kurê xwe Îbrahîm Ayhan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî bû û wiha qala têkoşîna zarokên xwe kiribû: “Heta niha jî zext heye lê dawiya her zextê jî firehiyek heye. Dê ev roj jî derbas bibin. Îbrahîm gelek westiya û dilê wî xwe li ber negirt. Beriya Îbrahîm, min di sala 1995’an de keça xwe Yildiz da vê têkoşînê. Min hestiyên wê jî nedît. Min du zarokên xwe yên egîd da vê têkoşînê. Heta ku ez bijîm ez ê bi têkoşîna wan re bim û dev ji têkoşînê bernedim.”