STENBOL - Parastvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal diyar kir ku peymaneke civakî ya nû bi guherandina destûra bingehîn pêkan e û got ku divê mafên hemû derdoran bên misogerkirin.
Parastvana mafên mirovan û akademîsyen Fatma Bostan Unsal, têkildarî pêvajoya piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê qewimîn axivî. Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke nû de ye û ji bo pêvajo were fêmkirin divê baş ji civakê re were vegotin.
Fatma Bostan Unsal, destnîşan kir ku pêvajo tevahiya civakê eleqedar dike û got: “Em zimanekî hevpar biaxivin û jiyaneke hevpar ava bikin. Hemû derdor ji ber rewşa cihêkar zirarê dibînin. Me bi hezaran canên xwe ji dest dan. Ji hêla aborî ve me winda kir. Divê qadeke muzakereyê ya ku tu kes cihêkariyê li hevdu nake were avakirin.”
Fatma Bostan Unsal, destnîşan kir ku ew ê ji bo peymaneke civakî ya nû û avakirina jiyaneke adilane hewl bidin û got: “Hewcehî bi zimanekî ku girîngiyê dide pirsgirêk û perspektîfên hemû derdoran heye. Lê mixabin di vê mijarê de hesasiyeteke baş tune ye. Divê zemînên ku alî hevdu weke dijmin nabînin heye. Da ku civak jî alîkariyê bide û ev pirsgirêk were çareserkirin.”
‘DIVÊ MAFÊN WAN BÊN NASKIRIN’
Fatma Bostan Unsal, daxuyand ku ji bo peymaneke civakî ya nû divê di destûra bingehîn de guhertin bên kirin û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de destûrên bingehîn ji jiyanên mirovan dûr nînin. Di her destûra bingehîn de beşa herî girîng mafên mirovan e. Em bi tenê najîn, weke civak dijîn. Şertê vê jiyana komî jî misogeriya mafên mirovan e. Lewma tişta em jê re dibêjin peymana civakî, naskirina mafên mirovan, naskirina mafên her kesî ye.”
BAL KIŞAND SER ‘HEVRÛBÛNÊ’
Fatma Bostan Unsal got ku şertê herî girîng ê pêkvejiyanê misogerkirina mafên derdorên cuda ye û axaftina xwe wiha qedand: “Dema mafê jiyanê nebe jixwe jiyana civakî nabe. Sedema sereke ya neçareserkirina vê pirsgirêka me, binpêkirina mafên mirovan e. Qedexeya axaftina bi Kurdî, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Amedê û hwd. Binpêkirinan bi xwe re ev pirsgirêk anî. Bi pirsgirêkan re hevrû nebûn. Divê em vê pirsgirêkê çareser bikin û tenê bi vî awayî em dikarin xwe bigihînin rewşekî mafên me hatine misogerkirin.”