ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan 10 salên pêşiyê weke sala malbatê ragihand û xwest jin bêhtir zarokan bînin. Jinên li Enqereyê jî bertek nîşanî Erdogan dan.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di forumeke li Stenbolê de 10 salên pêşiya me weke sala malbatê ragihand û xwest ku nifûs were zêdekirin. Gotinên Erdogan, rastî nerazîbûnên jinan hat. Jinên li Enqereyê bertek nîşanî dirûşma Erdogan a “Malbata keyfxweş civaka keyfxweş” dan û gotin ku heta di civakekê de jin keyfxweş nebin civak nikare keyfxweş bibe.
Jinên ku bertek nîşanî Erdogan ê digot “kêmbûna rêjeye zêdebûna nifûsê felaket e” dan. Jinan, gotin ku ji ber mercên aboriyê li Tirkiyeyê mezinkirina zarokan pir zehmet e û pirsgirêka debarê bandorê li welidînê jî dike.