Li her derî berxwedana li dijî qeyûman

  • rojane
  • 20:24 9 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran tayinkirina qeyûman hat şermezarkirin û peyama ku wê rê nedin qeyûman hat dayîn. 

Hêzên Ked û Demokrasiyê, li gelek bajaran tayinkirina qeyûman ên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê protetso kirin. 
 
AMED/BISMIL 
 
Li navçeya Bismil a Amedê DEM Partî, DBP, Partiya DEVA'yê, Partiya Saadetê jî di nav de gelek kes li ber avahiya DBP'ê kom bûn. Piştî meşa heya Kent Meydaniyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Qeyûm darbeya li vîna gel e, ne vîna qeyûm, vîna gel" hat vekirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bismilê Mustafa Kûrt tayinkirina qeyûman şermezar kir û got ku demildest divê dest ji vê biryara bêhiqûqî bê berdan. 
 
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbus jî diyar kir ku ew tu desthilateke ku îpotekê datîne ser vîna gelan nas nakin û got: "Em gelê kurd em ê tecrîdê bişikînin, em ê qeyûman ji van deran bişînin. Em ê li Kurdistanê rê nedin faşîzmê." 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
 
ŞIRNEX
 
Platforma Kêd û Demokrasiyê ya Şirnexê tekildarî tayin kirina qeyûman a li ser şeredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li ber avahiya KESK'ê ya navçeya Silopiyayê daxuyanî dan. Endamên sazî û partiyên siyasî yê giredayî platformê, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Ji bo aştiyeke civakî rêze ji vîna gel bigrin" hilgirtin û dirûşmeyên, "Qayûm wê biçin em ê bên", "Bi berxwedanê em ê bi serbikêvin" û "Zext nikarin me bêdeng bikin" berz kirin. 
 
Li ser navê platfromê nûnerê KESK'ê yê Silopiyayê Yaşar Taşdemir metna daxuyaniya hevpar xwend. Taşdemir, anî ziman ku bi tayinkirina qeyûman mafê hilbijartinê ya gel hetiyê binpêkirin û wiha axivî:" "Armanca desthilatdariyê ew ê ku vîna gelê kurd tune bike û civakê ferî vê bêhiquqiyê bike. Qeyûm nelirêtiyê, qeyûm dest danîna ser vînê ye. Ew sepana ku bi dara zorê li ser gel tê ferz kirin divê bi dawî bibe û hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatinê hilbijartin divê demildest vegerin ser karê xwe."
 
Piştî Taşdemir, Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Bi lêv kir ku pêkanînên qeyûman dizîna îradeya gel e û got: "Em li vir careke din bang dikin;pirsgrêka kurd û pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi vî awayî çareser nabe.  Desthilata AKP-MHP hiqûq binpêkiriyê. Ji ber wê jî Tirkiye ber bi xetereyê ve diçe. Ji bo azadiya gelê kurd û gelên li Tirkiyeyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Gelê kurd dê gav paşve neavêje. Wê ji bo azadî û mafê xwe li berxwe bide."
 
Piştî axaftinan girse derbasî çalakiya rûniştinê bû.Çalakî bi çepik û birêzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
WAN
 
Platforma Şaxên KESKÊ ya Wanê, li dijî xespkirina vînê li pêşiya avahiya saziyê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û Berdevkê Platforma Şaxên Wanê ya KESK’ê Nîhat Tûnç anî ziman ku mafê hilbijartinê yê Kurdan hatiye desteserkirin.
 
Nîhat Tûnç wiha axivî: “Dixwazin darbeyan normalîze bikin û civakê bielimînin desteserkirina vînê. Qeyûm darbeya li vîna gel û kedê ye. Qeyûm dijminê kedê ye ku kedkarên rêveberiyên herêmî ji ked û karê wan dike, peymanên giştî yên kar betal dike; sirgûnê, cudakariya li dijî sendîkayan û xebitandina zorî normalîze dike.”
 
Nîhat Tûnç diyar kir ku şertê ewil ê hebûna demokrasiyê rêzgirtina li vîna gel e û wiha dewam kir: “Hemû biryar û mudaxaleyên berovajî vê yekê tê wateya desteserkirina vîna demokratîk a gel. Divê demildest ji vê darbeya li vîna gel hatî xistin paşde gav biavêjin û dawî li desteserkirina vîna gel bînin ku bi rêyên derhiqûqî û bi rêbazên zordar pêk hatiye.
 
ÎZMÎR
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li Qada Cumhuriyetê çalakiyek li dar xist. Ligel Seroka Şaredariya Karabaglarê ya CHP’ê Helîn Kinay û Seroka Şaredariya Konakê Nîlufer Çinarli Mutlu gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
 
Cîgira Serokê Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiran di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ev yek nîşanî me dide ku li welat maf û azadiya hilbijartinê bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin. Helbet ev tarîtî wê rojekê belav bibe. Em ê li her derê banga demokrasî, mafên mirovan û azadiyê bilind bikin. Em ji vir careke din bang dikin ku dawî li pergala qeyûman bînîn. Hevşaredarê Esenyûrtê Birêz Ahmet Ozer serbest berdin û vegerînin ser erka wî. Tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê betal bikin.”
 
STENBOL\EYUBSULTAN
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê Nûrtepe-Guzeltepe xwestin li ber deriyê Metroya Nûrtepeyê daxuyaniyê bidin, lê koma ku parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî tê bû, rastî astengiya polîsan hat. Piştî berzkirina dirûşmeya "Zext nikarin me asteng bikin" çûn ber avahiya DEM Partiyê ya Eyupsultanê û li vir daxuyanî hat dayîn. Di meşê de pankarta “Rejîma qeyûman derbeya li vîna gel e. Qeyûm wê biçin em ê bimînin" hat vekirin. Mehmet Daltapa di çalakiyê de axvivî û anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rêya qeyûman hewl dide şaredariyên winda kirine destser bike. Daltapa destnîşan kir ku heta polîtîkayên qeyûman bi dawî bibin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî got: “Em demokrasiyê dixwazin. Qeyûm dizî ye. Divê êdî êşên li van axan bi dawî bibin. Em ê aştiyê bînin van xakan. Divê mirov li dijî desteserkirina qeyûman destên hev bigirin.”

Sernavên din

09/12/2024
15:24 Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
15:18 Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê dike
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin