Zarokên Yaşar ê beriya 30 salan hate windakirin: Em bi te serbilind bûn

  • rojane
  • 14:14 24 Tebax 2024
  • |
img
 
STENBOL - Zarokên Mehmet Yaşar ê beriya 30 salan piştî li Torosa Spî hate siwarkirin careke din agahî jê nehate wergirtin, ji çalakiya Dayikên Şemiyê re name şand û wiha got: "Em weke zarokên te her tim bi te serbilind bûn. Tu temenê min yê şeş salî yî ku 30 sal in mezin nabe."
 
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin bipirsin û kujer bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin. Vê hefteyê çalakiya xwe ya roja 1013'an li dar xistin. Dayikên Şemiyê bi qurnefîlên sor û pankartên wêneyên xizmên xwe yên winda hilgirtin, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar pirsîn. Di çalakiyê de biraziya Hayrettîn Eren ê di girtîgehê de hat windakirin Setenay Yarici daxuyanî xwend.
 
BI TOROSA SPÎ BIRIN Û CAREKE DIN AGAHÎ JÊ NEHAT GIRTIN
 
Yarici, bal kişand ser vê yekê ku Qada Galatasarayê dîsa bi bariyerên polîsan hatiye girtin û diyar kir ku vegotina çîrokên kesên hatine windakirin li dijî înkar û bêcezakirinê, li dijî her cure pêkanînên jibîrkirinê berxwedanek e. Yarici, wiha domand: "Em dixwazin tiştên ku hatine serê me bên bihîstin û zanîn. Di hefteya 1013'an de em hatin gel hev ku em bêjin 'Me Mehmet Yaşar ê 30 sal berê di girtîgehê de hat windakirin ji bîr nekir.' Em dengê Malbata Yaşar a Galatasarayê ne, ku her çend ji aliyê fizîkî ve nikarin bi me re bin jî bi dil û can bi me re ne. Bavê 6 zarokan Mehmet Yaşar ê 32 salî li Geverê ya Colemêrgê dijiya. Ew esnaf bû. Gelek caran avêtin ser mala wî, hat binçavkirin û îşkenceya giran dît. Restorana ku ew şirîkê wê bû hat şewitandin û notên gefxwarinê yên li ser nivîsa 'Pêşî milkê te, paşê jiyana te' hatin hiştin. Taxa ku mal li Navenda Geverê ye saet di 20.00’an de ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. 4 kesên çekdar hatin mala ku Mehmet Yaşar lê bû, xwe wekî polîs dan nasîn û nasnameya wî kontrol kirin. Polîsên ku hatin malê, piştî kontrola nasnameyan kirin, Mehmet Yaşar bi gotina, 'Hûn ê bi me re werin emniyetê, em ê îfadeya we bigirin' binçav kirin. Mehmet Yaşar ê ku bi Torosa Spî birin, careke din agahî jê nehat girtin"
 
'EM Ê DAXWAZA XWE YA EDALETÊ BIDOMÎNIN' 
 
Yarici, diyar kir ku hemû serlêdanên malbatê bê encam man û got ku hat redkirin ku Mehmet Yaşar hatiye binçavkirin. Yarici, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbata ku lêgerîna xwe berdewam kir, rastî gef û zextan hat. Tevî hemû hewldanên malbata wî jî 30 sal e aqûbeta Mehmet Yaşar di tarîtiyê de ma; Sûcdar û berpirsyarên sûc bi zirxên bêcezakirinê hatin parastin. Bav Hamît Yaşar ku hewldanên wî bi ser neketin, 23 sal berê jiyana xwe ji dest da, têkoşîna xwe derbasî zarok û neviyên xwe kir. Daxwaza dayika Mehmet Yaşar Reyhan Yaşar, hevjîna wî Mehsima Yaşar û zarokên wan ên ku rastiyê bizanibin jî daxwazên me ne. Windakirinên di bin çavan de sûcên ku di çarçoveya qanûnê de ne. Em ji meqamên edlî daxwaz dikin ku ji bo aqûbeta Mehmet Yaşar eşkere bibe û sûcdar û berpirsên sûc bên darizandin û cezakirin, lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Mehmet Yaşar, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bidomînin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
'TU KEVOKA SPÎ YA SIBEYA MIN A AZADÎ' 
 
Piştre keça Fehmî Tosun ê di girtîgehê de hat windakirin Jiyan Tosun nameya zarokên Mehmet Yaşar xwend. Name wiha ye: “Em zarokên bi hêz in ku nikarin para xwe ji her rengê jiyanê bi dest bixin û para wan ji maf û edaletê têra wan nake ku gorek ji gewr wêdetir hebe. Zarokatiya min, kêfa min, azadiya min birin. Hemî gotin sêwî bûne, ger tu bêjî bêçaretî, wekî sê xwarinan e. Lêbelê divê her keçek bi hestên bavê xwe, lehengê xwe mezin bibe û jê were hezkirin. Wan ev yek di derbarê paşeroja me de pir dît. Weke zarokên we em her tim bi we serbilind bûn. Tu helbesta min î. Tu kevoka spî ya sibeyên min ên azad î. Tu rengê derdê min, bendewariya bêdawî ya diya min. Tiştê ku min diparêze tu yî. Tu Mehmet Yaşar î yê Dayikên Şemiyê yî."   
 
Herî dawî qurnefîl avêtin qada dorpêçkirî.
 

Sernavên din

11/09/2024
11:24 Koordînasyona şîe bertek nîşanî ‘mutabakatê’ da: Em red dikin
11:15 Ceza dan girtiyên govend gerandin
10:49 Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin
10:42 Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
10:38 Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye
10:35 Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
10:08 Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
10:06 Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'
09:41 Şanoger û nivîskarê rojhilatî: Ez dixwazim gelên din ji êşên civaka me haydar bikim
09:38 Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn
09:24 SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte
21:49 Li Pulurê wesayîta leşkerî qeza kir: 4 leşker mirin
21:40 Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
21:25 Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin
20:13 Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP