NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama lihevkirinê de cenazeyên hezar û 212 leşkerên Ûkraynayê û yên 27 leşkerên Rûsyayê radestî welatên wan hatin kirin.
Di encama lihevkirina îadekirina cenazeyên leşkeran a di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, Rûsyayê cenazeyên hezar û 212 leşkerên Ûkraynayê radestî welatê wan kir. Ûkraynayê jî cenazeyên 27 leşkerên Rûsyayê radest kir. Navenda Koordînasyona Tedawîkirina Dîlgirtiyên Şer a Ûkraynayê li ser hesaba xwe ya Telegramê ragihand ku cenazeyên hatine şandin ji bajarên Donetsk, Harkîv, Herson, Zaporijya û gelek herêmên din in. Hat diyarkirin ku dê cenaze di demekî kin de bên tespîtkirin.
Sermuzakerevanê Moskovê Vladimir Medinsky jî got ku wan 27 cenaze radest girtine. Medinsky, da zanîn ku dê îro dest bi pevguhertina “dîlgirtiyên bi giranî birîndar bûne” bikin.
Di çarçoveya peymana pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera her du welatan de ku di 2’yê Hezîranê de li Tirkiyeyê lihev kiribûn, her du alî dê derdora 6 hezar cenazeyên leşkeran, leşkerên dîlgirtî yên bi giranî birîndar bûne û kesên temenê wan di bin 25 saliyê de pev biguherin. Pevguhertina ewil di 9’ê Hezîranê de hatibû kirin.