Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin

  • rojane
  • 13:02 2 Hezîran 2024
  • |

AMED - Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî li Amedê beriya civîna bi hevşaredaran re de axivî û got ku bi biryara “tevdîrên teserûfê” re rê li ber şaredariyan tê girtin ku xizmetê bikin. 

Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê civiyan. Civîn, li Navenda Çand û Kongreyan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî beriya civînê daxuyanî da. 
 
‘QEYÛMAN PÊŞEROJA GEL DIZÎN’
 
Tîryakî bal kişand ser encama hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê û wiha got: “Gel, siyaseta qeyûman qebûl nekir. Dema me şaredarî bi dest xistin, me dît ku ne tenê îradeya gel, her wiha îro û pêşeroja gel, çavkaniyên gel jî hatine dizîn. Ne tenê salek, du sal, 10 salan jî tevahiya dahatên şaredariyê bên dayîn jî deynên şaredariyan xelas nabin. Şaredariyên me bi temamî hatine talankirin. Hema hema tevahiya neguhêzbarên şaredariyan hatine firotin. Tenê ji bo ku şaredariyên me nekarin bixebitin û ji bo berê gel û şaredariyan bidin hev, di demekî kin beriya hilbijartinê bi hezaran kes girtine şaredariyan. Pir kêmek wesayîtên şaredariyan hebûn û ev jî pêşkeşî saziyên cuda hatine kirin, xebatkarên şaredariyên li saziyên cuda hatine peywirdarkirin lê mûçeyê wan şaredarî dide. Wesayîtên heyî jê sexbêra wan nehatiye kirin, nehatine çêkirin û veguherîne xurdeyan. Zîhniyeta qeyûmparêz, şaredarî talan kirine. Ne tenê îro, sibêya vî gelî jî dizîne.” 
 
‘EM Ê PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKIN, BILA ÎKTÎDAR NEBE ASTENG NEKE’ 
 
Tîryakî, da zanîn ku walî û qeymeqaman şaredarî talan kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî van texrîbatan jî em ê pirsgirêkên bajarên me qezenc kirine çareser bikin. Piştrast bin ku em ê hemû pirsgirêkên we çareser bikikn. Hema bes bila îktîdar nebe astengî, em ê çareser bikin. Dizanim ku Wezîrê Xizîne û Darayî ji bo çendek milyar dolaran, ji bo dîtina kredî û pereyê germ welat bi welat digere. Hewl dide ji bo welat çavkaniyan peyda bike. Heke ev îktîdara siyasî nebe asteng, em ê binesaziya bajarên xwe bi metro û pergala birey nû bikin, pirsgirêka ava paqij çareser bikin, bajarên xwedî plan ava bikin, hemû pirsgirêkên navçe û bajaran çareser bikin. Hevaşerdarên me bênavber dixebitin. Li welat û derveyî welat hevdîtinan dikin. Hewl didin krediyên bi taksîtên domdirêj peyda bikin. Yek ji rojeva herî girîng a hemû hevalên me ev e. Haya me ji pirsgirêkên bajar, navçe û bajarokên me heye. Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Em dikarin ji bo hemû şaredariyên me çavkaniyan peyda bikin. Bes bila îktîdar nebe astengî û projeyên me asteng neke. Bila ji bo serlêdan û çavkaniyên em peyda dikin bibe kefîl.” 
 
TEVDÎRÊN TESERÛFÊ
 
Têkildarî tevdîrên teserûfê jî Tîryakî ev tişt anî ziman: “Bêguman em piştgiriyê didin teserûfên di cemaweriyê de. Pirsgirêk ew e ku dema ev biryarên tevdîrê dayîn, bêyî ku rewşa rêveberiyên herêmî bifikirin dane. Heke ev biryar bikevin meriyetê - me di nava du mehan de bi awayekî şênber dît - dê şaredarî nekarin tu xizmetan bikin. Dê saziyên cemaweriyê nekarin di nava 3 salan de tu avahiyên xizmetê bikirin, kirê bikin, ava bikin û nekarin erd jî bikirin. Yek ji biryaran jî ev bû. Bi hinceta vê biryarê, destûrê nadin ku şaredariyên me tu înşaetan çêbikin. Em projeyên xwe amade dikin û ji wezaretê re dişînin lê bi hinceta tevdîrên teserûfê tên astengkirin. Dê di nava 3 salan de tu kes nekare tu wesayîtan bikire. Di nava van wesayîtan de tevdîrên ewqas giştî girtine ku dê şaredarî nekarin wesayîtên bi awayekî lezgîn hewce dikin jî bikirin. Wesayîtên veguhestinê yên bi rêya wergirtina xizmetê hatine girtin, heta ku peyman nebe şaredarî nikarin kirê jî bikin. Bawer bikin ku li gorî me kirêkirina wesayîtan rast nîne. Divê her wesayît aydê şaredariyê be. Lê şaredarî xistine rewşekî wisa ku heta wesayîtan kirê nekin nikarin bixebitin.” 
 
Bi domdarî Tîryakî diyar kir ku burokratên şaredariyê tenê êdî dema diçin malê û tên şaredariyê dikarin wesayîta şaredariyê bi kar bînin û wiha bi dawî kir: “Di vê mijarê de pirsgirêk tune ye. Partiya me ne partiya dildarên wesayîtên meqamê ye. Daxwazeke wiha ya tu hevalên me nîne. Mesele ne wesayîta meqamê ye. Em ê di mijara wesayîta meqamê de tişta dikeve ser milê me bikin. Tenê di nava pêvajoya du mehan de bi qasî ku di serdema qeyûman de nehatiye kirin, lêçûnên sotemeniyê kêm bûne. Dê rojname-kovar neyên girtîn û xebatên çandî-hunerî bên bisînorkirin. Lê pêdiviya gelê me bi bêhnstandinê heye. Di bin avên tevdîrên teserûfê de tiştekî rast nîne ku xebatên çandî-hunerî bên astengkirin. 
 
DÊ BI WEZARETAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN
 
Di demên pêş de em ê têkildarî tevdîrên teserûfê ku nahêlin şaredarî xizmetê bikin, bi wezaretan re hevdîtinan bikin. Em ê hewl bidin pirsgirêkên heyî çareser bikin.” 
 

Sernavên din

18/06/2024
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin