ENQERE - Endamên MYK'ê yên DEM Partiyê ji bo pêvajoya nû nîqaş bikin û nexşerêya ku dê di dema pêş de bê şopandin diyar bikin hatin cem hev.
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan li navenda partiyê li hev kom bûn. Rojeva sereke ya civînê jî wê geşedanên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' be. Di civînê de wê qonaxa heyî ya pêvajoya bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna welat, bê nîqaşkirin. 'Paşveçûnên' ku di pêvajoya nû de rû dane wê bên destgirtin.
Di hevdîtinê de wê gav û pêşniyarên ku Abdullah Ocalan dixwaze der barê pêvajoyê de bên avêtin jî bên nîqaşkirin. Mijareke din a civînê jî wê bername û çalakiyên di rojên pêş de ji bo vegotina pêvajoya nû bên destpêkirin be. DEM Partî ji bo vegotina pêvajoya nû ya di rojên dawî de biryar dabû ku 1950 civînên gel û her wiha 'Festîvalên Demokrasiyê' û şahiyan organîze bike. Endamên MYK'ê jî têkildarî van çalakî û aktîvîteyan wê plansaziyan çêbikin.
Berdevka partiyê Ayşegul Dogan dê li navenda partiyê saet di 15.00'an de têkildarî naveroka civîna MYK'ê ya civîna çapemeniyê li dar bixe.