Leyla Zana: Şirnex berxwedan e em ê nedin tu kesî

img
ŞIRNEX- Siyasetmedara kurd Leyla Zana di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Şirnexê bi gel re hate gel hev û wiha got: “Keda me, xaka me, ava me girtine. Niha tenê îradeya me di destê me de ye. Niha jî çavê wan li îradeya me ye. Lê em ê tu caran îradeya xwe nedin we.” 
 
Siyasetmedara kurd Leyla Zana di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li bajarokê Dêrgulê ya girêdayî navendê bi gel re hevdîtin kir. Di ketina bajarokê de ji hêla Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenter Newroz Uysal û Zekî Îrmez û komeke qelebalix a partiyiyan ve hate pêşwazîkirin. Zana, piştre jî derbasî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê bû. 
 
‘EM JI BOTANÊ HÎNÎ BERXWEDANÊ BÛN’
 
Zana li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Botan, keleha berxwedanê ye. Em tevek jî ji Botanê hînî berxwedanê bûn.” Zana, bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha got: “Hûn jî bi hesasbûna pêvajoyê dizanin. Botan bi tena serê xwe mînakeke. Kî li derve hebe divê hûn bangî wan bikin. Divê her kes bê vê derê. Dem dema Botanê ye.” Piştî bernameya li Dêrgulê jî Zana derbasî navendê bû. Zana, çû serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê. Li vir ji hêla bi sedan kesan ve bi meşaleyan hat pêşwazîkirin. Zana silav da gel û piştre jî li ser Cadeya Uludereyê dest bi meşê kirin. Girse ji Qada Omer Kabak heta buroya hilbijartinê ya li ser Cadeya Yenî Çarşi ya Taxa Gazîpaşayê meşiya. Li vir jî girseyê govend gerand, dirûşm berz kir û tezahûrat kirin. 
 
‘HILBIJARTIN TÊKOŞÎNA MAN Û NEMANÊ YE’
 
Leyla Zana, beriya ku dest bi axaftina xwe bike, gazî dayikên laçik spî kir û anî pêşiya girseyê. Zana da zanîn ku di sala 1991’an de hatibû Şirnexê û wiha domand: “Dema ez wê demê hatim vê derê, em 18 kes bûn û di nav wan de tenê jin ez bûm. Hûn hejmara jinan a li qadan a niha dibînin. Heta jin azad nebin, civak nikarin azad bibin. Ez bi germahiya sala 91’ê ya Şirnexê we silav dikim. Ez we bi yekitiyê silav dikim. Ji bo vê coşa we ez spas dikim. Hinek dibêjin Şirnex mîna berê bicoş nîne. Lê ez niha dibînim ku ji berê jî bicoştir e.” 
 
Zana, got ku hilbijartin ji bo kesên mîna wê temenmezin weke zanîngehê ne û wiha pê de çû: “Ji bo ciwanan dibistana seretayî ye. Ji ber ku ji bo me tenê hilbijartina şaredariyê nîne. Di hilbijartinan de em li dijî serdestan têkoşîna man û nemanê didin. Lewma bila tu kes çavbernede îradeya me ya azad. Em ê Şirnexê nedin. Şirnex mala me ye. Şirnex ji bo me gelek girîng e. Şirnex berxwedan e, germahiya Botanê ye. Şirnex, germahiya dilê dayikan û azadî ye. Lewma jî em Şirnexê nadin tu kesî.”  
 
‘HETA AQLÊ KURDAN NEBE NIKARIN TIŞTEKÊ BIKIN’ 
 
Zana ya got ku “Henekên xwe bi me dikin. Dibêjin em nikarin xwe bi rê ve bibin” ev bang kir: “Îro nîviyê wezîran kurd in. Aqlê kurdan nebe nikarin tiştekî bikin. Bila ewilî xwe bi rê ve bibin pişt re biaxivin. Rêya me rêya 3’yemîn e. Rêya heqîqetê ye. Bila kerem bikin ew jî bên li ser rêya me bimeşin.”
 
Zana, bang li hilbijêrên ji ber sedemên cuda li derveyî Şirnexê ne kir û wiha berdewam kir: “Em ji Şirnexê bang dikin. Bila kesên li derve dijîn xwedî li vîna xwe derkevin. Serwer gelê kurd ji bo xwe weke koleyan dibînin. Em ne koleyê tu kesî ne. 100 sal in polîtîkayên ku me tune dihesibînin hene. Keda me, axa me, ava me ji me girtine. Niha yekane tişta di destê me de maye vîna me ye. Çav berdane wê jî. Lê em ê qet û qet vîna xwe nedin we.”
 
‘CAREKÊ JÎ HÛN DENGÊ XWE BIDIN KURDAN’ 
 
Zana, bi lêv kir ku hêviyek û sozeke muxalefet û desthilat bide gel nema ye û ev tişt gotin: “Hûn dibînin, ji muxalefetê hezar dengên cuda derdikevin. Sozek heviyeke ku bidin civakê nîne. Desthilat jî di heman rewşê daye. Hin diz jî ketine nav rewşê herî zêde ew dixwin. Diz, didizin gel diperçiqe. Bi zimanê xwe yê bijehr civakê cuda dikin. Dîsa yên dibêjin yekitî kurd in. Dibêjin nizanim bila li Stenbol, Mêrsînê li ku bidin me. Em çima bidin we? Çi deynê me li cem kê heye? Esas hûn deyndarê kurdan in. Carekê jî hûn bidin kurdan. Her cara hûn tengav dibin kurd didin we, vê carê jî hûn bidin kurdan.”
 
‘DEM PARTÎ MALBATEKE’ 
 
Zana bi bîr xist ku aqlê dewletê serî li polîtîkaya înkarê ya sîstematîk a li ser gelê kurd daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwişk û birayekî xwe têr kirin, yên din birçî hiştin. Yek kişandin aliyê xwe ve û yê din dehf dan. Êdî bes e. Kurdên ku baweriya xwe bi derewên we bîne nema. Nîviya nifûsa Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê ye. Gelê me ji bo axa Kurdistanê têra wan nekir neçû. Dewletê ew neçarî koçê kirin. Ji bo ku vîna gelê kurd tune bikin planên 50 salan kirin. Êdî bes e. Her kurdek dê ewilî destê yê li rex xwe bigire. Em ê bibin malbat. Malbata me ya herî mezin DEM Partî ye. Em malbateke bi milyonan in. Em ne li dijî kesî ne. Em jî qasî hemû gelan bi nirx in. Em ne li biniya kesî an jî bi ser kesî de ne. Em weke hev in.”
 
‘WE CIVAK ANÎ ÇI ASTÊ’ 
 
Zana ya bang li desthilatê kir, ev tişt gotin: “We welat rizand. Xwelî li serê we be. Heke mirovekî 70 salî bikev dora nanî ev şermeke. Ev şerm ne ya gelê me ye. Ev şerm ji ber kulmeke mirovan çav berdane rizkê herkesê ye. Tiştekî ku jê re dibêjin wijdan heye. Ez bang li kesên ji zilmê gazinan dikin û zilmê paşguh dikin re dibêjim. Karkerek dikare tenê kirêya xwe bide. Karmend zêdetirî mûçeyê xwe dide kire û ceyranê. Berpirsyarê vê kesên vî welatî bi rê dibinin. Li gotinên xwe yên beriya 15 salan binêrin. Hûn bi çis ozan hatin. We civak anî çi astê. Heke mirov birçîbin û hûn têr bin li wê derê zilm heye. Em ê tevî barê giran jî mafê van hemû mirovan biparêzin. Ji ber ku em mirov in.”
 
‘ÊDÎ BES E’ 
 
Zana ya got ku “Dilê me dişewite” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila êdî dilê me neşewite. Bi awayekî demokratîk û aştiyane pêdivî bi çareseriyê heye. Bi yekitî û tifaqa xwe bi bawer bin. Em ê serbikevin. Heke temenê me têra neke, ji zarokên xwe bi bawer bin. Lê ez bawer dikim ku dê temenê me tê re bike. Guhên xwe ji gotinên neyînî re bigirin. Kesên bi me re erênî diaxive. Kesên neyînî diaxivin, ne ji me ne.”
 
Girseyê bi dirûşmeyên “Şirnex bi te serbilind e” , “Jin jiyan azadî” û “Deng namûs e, namûs nayê firotin” ji bo axaftina Zanayê li çepikan da. 
 
Piştî axaftinên hatin kirin, girseyê serdana dikandarên li ser Cadeya Yenî Çarşiyê kirin. 
 
Zana pişt re ji bo bernameya li navçeya Qilebanê ji bajar veqetiya. 
 
 

Sernavên din

13/04/2024
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN
08:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin
12/04/2024
20:01 3 kes ji ber teqîna mayinan mirin
19:21 Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin
16:30 Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
15:50 Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me
13:48 DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir
13:23 Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir
13:23 Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê
12:44 Bîlançoya 6 rojên betlaneya cejnê: 48 kes mirin
12:34 Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
12:28 NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir
11:02 Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:24 Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê
10:10 MKG’ê rojnameger Evrîm Alataş bi bîr anî: Fikr û ramanên wê rê nîşanî me didin
09:44 Li Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
09:10 Berxwedana girtiyan di roja 138’an de didome
09:07 Ji rojnameger Silêman Ehmed 171 roj in agahî nayên girtin
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:05 Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû
09:03 Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
09:01 Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn
09:00 ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN
11/04/2024
23:57 Li Xezayê êrişeke nû hate destpêkirin
22:27 Piştî 30 salan hate berdan
21:48 Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
21:14 Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin
19:57 Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Şenyaşarê kirin
19:10 Li PE'yê Konferansa Tecrîdê: Divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin
18:54 Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî
18:34 Cezayê pere li Amedsporê birîn
16:37 Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin
16:25 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike
16:08 Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike
15:00 Eşîrên Kurdistanê: Li ser sifreya kesên xiyanetê li nirxên Kurdistanê dikin ne rûnin
14:34 Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
14:23 DBP û DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de peyama ‘yekitiyê’ dan
14:08 Partiyên siyasî bi boneya cejnê DEM Partî ziyaret kirin
13:41 Hevjînên iraqî yên du zarokên êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatin girtin
13:35 Hatîmogûllari: Ji bo pirsgirêka kurd divê deriyên guftûgoyê bên vekirin
13:27 Şaredarî dê ji bo maça Amedsporê li bajar ekranên ledê dane
12:44 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:26 Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt
12:04 Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin
12:03 PE’yê peymana koçberiyê erê kir
11:44 Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin
10:46 Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe
10:30 Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû: 8 kes mirin
10:13 ‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
09:11 Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:05 170 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî nayên girtin
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN
10/04/2024
20:26 Ji çalakgerên Cenevreyê bang: Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin
19:46 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye
18:50 Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an
18:47 15 kes hatin binçavkirin
16:42 Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin
16:21 Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket
15:14 Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
14:42 Parastina Demîrtaş a di Doza Kobanê de kirin pirtûk
14:06 MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
13:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin
13:12 Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
13:10 37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin
12:19 Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
11:07 Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling
10:59 Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin
10:44 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:19 Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê
10:14 Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
09:41 Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin
09:24 Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin
09:23 Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê
09:01 Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye
09:01 Şaredarê AKP'î Şaredariya Dîgorê di bin deynan de hiştiye
09:01 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran nayê emeliyatkirin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 136’an de didome
09:00 Rojnameger Hesen: Divê her kes ji bi Silêman Ehmed bêhtir deng derxîne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN
09/04/2024
23:21 Bi rojan e ceryana du gundên Amedê tune ye
21:26 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 73’emîn de ye
21:24 DEM Partiyê ji bo Gêlê serî li YSK’ê da
21:13 Li Zanîngeha Sorbonneyê parêznameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin
19:29 Kesê xwe wekî çawîşê pispor da naskirin tecawizî jinekê kir
19:01 Hevşaredarên Îdirê mazbatayên xwe wergirtin
18:03 YSK’ê serlêdanên DEM Partiyê yên Şirnex û Çewlîgê red kirin
17:48 Li Girtîgeha Bremenê rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate qedexekirin
16:51 Li ser rêbeja Xarpêtê qeza çêbû: 3 kes mirin
16:50 Li Rûsya û Kazakistanê ji ber lehiyan zêdetirî 90 hezar kes hatin tehliyekirin
16:41 Îsraîla ku Tirkiyeyê îxracata pê re bisînor kir bersiv da