Leyla Zana: Şirnex berxwedan e em ê nedin tu kesî 2024-03-29 16:56:03   ŞIRNEX- Siyasetmedara kurd Leyla Zana di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Şirnexê bi gel re hate gel hev û wiha got: “Keda me, xaka me, ava me girtine. Niha tenê îradeya me di destê me de ye. Niha jî çavê wan li îradeya me ye. Lê em ê tu caran îradeya xwe nedin we.”    Siyasetmedara kurd Leyla Zana di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li bajarokê Dêrgulê ya girêdayî navendê bi gel re hevdîtin kir. Di ketina bajarokê de ji hêla Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenter Newroz Uysal û Zekî Îrmez û komeke qelebalix a partiyiyan ve hate pêşwazîkirin. Zana, piştre jî derbasî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê bû.    ‘EM JI BOTANÊ HÎNÎ BERXWEDANÊ BÛN’   Zana li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Botan, keleha berxwedanê ye. Em tevek jî ji Botanê hînî berxwedanê bûn.” Zana, bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha got: “Hûn jî bi hesasbûna pêvajoyê dizanin. Botan bi tena serê xwe mînakeke. Kî li derve hebe divê hûn bangî wan bikin. Divê her kes bê vê derê. Dem dema Botanê ye.” Piştî bernameya li Dêrgulê jî Zana derbasî navendê bû. Zana, çû serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê. Li vir ji hêla bi sedan kesan ve bi meşaleyan hat pêşwazîkirin. Zana silav da gel û piştre jî li ser Cadeya Uludereyê dest bi meşê kirin. Girse ji Qada Omer Kabak heta buroya hilbijartinê ya li ser Cadeya Yenî Çarşi ya Taxa Gazîpaşayê meşiya. Li vir jî girseyê govend gerand, dirûşm berz kir û tezahûrat kirin.    ‘HILBIJARTIN TÊKOŞÎNA MAN Û NEMANÊ YE’   Leyla Zana, beriya ku dest bi axaftina xwe bike, gazî dayikên laçik spî kir û anî pêşiya girseyê. Zana da zanîn ku di sala 1991’an de hatibû Şirnexê û wiha domand: “Dema ez wê demê hatim vê derê, em 18 kes bûn û di nav wan de tenê jin ez bûm. Hûn hejmara jinan a li qadan a niha dibînin. Heta jin azad nebin, civak nikarin azad bibin. Ez bi germahiya sala 91’ê ya Şirnexê we silav dikim. Ez we bi yekitiyê silav dikim. Ji bo vê coşa we ez spas dikim. Hinek dibêjin Şirnex mîna berê bicoş nîne. Lê ez niha dibînim ku ji berê jî bicoştir e.”    Zana, got ku hilbijartin ji bo kesên mîna wê temenmezin weke zanîngehê ne û wiha pê de çû: “Ji bo ciwanan dibistana seretayî ye. Ji ber ku ji bo me tenê hilbijartina şaredariyê nîne. Di hilbijartinan de em li dijî serdestan têkoşîna man û nemanê didin. Lewma bila tu kes çavbernede îradeya me ya azad. Em ê Şirnexê nedin. Şirnex mala me ye. Şirnex ji bo me gelek girîng e. Şirnex berxwedan e, germahiya Botanê ye. Şirnex, germahiya dilê dayikan û azadî ye. Lewma jî em Şirnexê nadin tu kesî.”     ‘HETA AQLÊ KURDAN NEBE NIKARIN TIŞTEKÊ BIKIN’    Zana ya got ku “Henekên xwe bi me dikin. Dibêjin em nikarin xwe bi rê ve bibin” ev bang kir: “Îro nîviyê wezîran kurd in. Aqlê kurdan nebe nikarin tiştekî bikin. Bila ewilî xwe bi rê ve bibin pişt re biaxivin. Rêya me rêya 3’yemîn e. Rêya heqîqetê ye. Bila kerem bikin ew jî bên li ser rêya me bimeşin.”   Zana, bang li hilbijêrên ji ber sedemên cuda li derveyî Şirnexê ne kir û wiha berdewam kir: “Em ji Şirnexê bang dikin. Bila kesên li derve dijîn xwedî li vîna xwe derkevin. Serwer gelê kurd ji bo xwe weke koleyan dibînin. Em ne koleyê tu kesî ne. 100 sal in polîtîkayên ku me tune dihesibînin hene. Keda me, axa me, ava me ji me girtine. Niha yekane tişta di destê me de maye vîna me ye. Çav berdane wê jî. Lê em ê qet û qet vîna xwe nedin we.”   ‘CAREKÊ JÎ HÛN DENGÊ XWE BIDIN KURDAN’    Zana, bi lêv kir ku hêviyek û sozeke muxalefet û desthilat bide gel nema ye û ev tişt gotin: “Hûn dibînin, ji muxalefetê hezar dengên cuda derdikevin. Sozek heviyeke ku bidin civakê nîne. Desthilat jî di heman rewşê daye. Hin diz jî ketine nav rewşê herî zêde ew dixwin. Diz, didizin gel diperçiqe. Bi zimanê xwe yê bijehr civakê cuda dikin. Dîsa yên dibêjin yekitî kurd in. Dibêjin nizanim bila li Stenbol, Mêrsînê li ku bidin me. Em çima bidin we? Çi deynê me li cem kê heye? Esas hûn deyndarê kurdan in. Carekê jî hûn bidin kurdan. Her cara hûn tengav dibin kurd didin we, vê carê jî hûn bidin kurdan.”   ‘DEM PARTÎ MALBATEKE’    Zana bi bîr xist ku aqlê dewletê serî li polîtîkaya înkarê ya sîstematîk a li ser gelê kurd daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwişk û birayekî xwe têr kirin, yên din birçî hiştin. Yek kişandin aliyê xwe ve û yê din dehf dan. Êdî bes e. Kurdên ku baweriya xwe bi derewên we bîne nema. Nîviya nifûsa Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê ye. Gelê me ji bo axa Kurdistanê têra wan nekir neçû. Dewletê ew neçarî koçê kirin. Ji bo ku vîna gelê kurd tune bikin planên 50 salan kirin. Êdî bes e. Her kurdek dê ewilî destê yê li rex xwe bigire. Em ê bibin malbat. Malbata me ya herî mezin DEM Partî ye. Em malbateke bi milyonan in. Em ne li dijî kesî ne. Em jî qasî hemû gelan bi nirx in. Em ne li biniya kesî an jî bi ser kesî de ne. Em weke hev in.”   ‘WE CIVAK ANÎ ÇI ASTÊ’    Zana ya bang li desthilatê kir, ev tişt gotin: “We welat rizand. Xwelî li serê we be. Heke mirovekî 70 salî bikev dora nanî ev şermeke. Ev şerm ne ya gelê me ye. Ev şerm ji ber kulmeke mirovan çav berdane rizkê herkesê ye. Tiştekî ku jê re dibêjin wijdan heye. Ez bang li kesên ji zilmê gazinan dikin û zilmê paşguh dikin re dibêjim. Karkerek dikare tenê kirêya xwe bide. Karmend zêdetirî mûçeyê xwe dide kire û ceyranê. Berpirsyarê vê kesên vî welatî bi rê dibinin. Li gotinên xwe yên beriya 15 salan binêrin. Hûn bi çis ozan hatin. We civak anî çi astê. Heke mirov birçîbin û hûn têr bin li wê derê zilm heye. Em ê tevî barê giran jî mafê van hemû mirovan biparêzin. Ji ber ku em mirov in.”   ‘ÊDÎ BES E’    Zana ya got ku “Dilê me dişewite” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila êdî dilê me neşewite. Bi awayekî demokratîk û aştiyane pêdivî bi çareseriyê heye. Bi yekitî û tifaqa xwe bi bawer bin. Em ê serbikevin. Heke temenê me têra neke, ji zarokên xwe bi bawer bin. Lê ez bawer dikim ku dê temenê me tê re bike. Guhên xwe ji gotinên neyînî re bigirin. Kesên bi me re erênî diaxive. Kesên neyînî diaxivin, ne ji me ne.”   Girseyê bi dirûşmeyên “Şirnex bi te serbilind e” , “Jin jiyan azadî” û “Deng namûs e, namûs nayê firotin” ji bo axaftina Zanayê li çepikan da.    Piştî axaftinên hatin kirin, girseyê serdana dikandarên li ser Cadeya Yenî Çarşiyê kirin.    Zana pişt re ji bo bernameya li navçeya Qilebanê ji bajar veqetiya.