Ji bo azadiya Ocalan 90 roj in Nobeda Edaletê digirin

img
AMED - Xizmên girtiyan ku 90 roj in li Amedê di Nobeda Edaletê de ne, gotin "Eger Abdullah Ocalan azad bibe wê zarokên me jî azad bibin" û bang li her kesî kirin ku xwedî li çalakiya wan derkevin.
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, 36 meh in tu agahî nayê girtin. Hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzeran re bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tê astengkirin. Li Ewropa, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çalakiyên bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan re û çareserî ji pirsgirêka kurd re" tên lidarxistin dewam dikin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji 27'ê Mijdara 2023'yan û vir ve bi heman daxwazê ??di greva birçîbûnê de ne, malbatên wan jî li derve Nobeda Edaletê digirin.
 
Li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê gelek xizmên girtiyan ji bo azadiya Ocalan nobedê digirin. Çalakiya nobedê ya li Amedê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ket roja 90’emîn. Xizmên girtiyan bi pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” nivîsandî 3 meh in her roj ji sibehê heta êvarê hewl didin hem dengê girtiyan bidin bihîstin. 
 
‘BILA KOLETÎ BIQEDE'
 
Afîfe Kartal a di têkoşîna azadiyê ya kurd de keçek xwe winda kiriye û kurekî wê girtî ye, armanca çalakiyê bi gotina "Heta tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe em ê vir neterikînin" xulase kir. Kartalê anî ziman ku pêwîstî bi aştiyê heye û ji bo vê têdikoşin û got: “Eger Abdullah Ocalan azad bibe dê zarokên me jî azad bibin. Bila ev koletî bi dawî bibe."
 
Kartalê bi bîr xist ku mafê Ocalan e bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û got: “Kengî em ji Abdullah Ocalan xeberê digirin em rehet dibin. Bila bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Dema min bedena keça xwe ya bêcan girt jî min aştî xwest. Ez naxwazim tu dayik bigirî. Piştî keça min, kurê min hat girtin, ez naxwazim deriyên girtîgehê ji kesî re bên vekirin."
 
‘EM HEMÛ TÊN TECRÎDKIRIN'
 
Yek ji kesên nobetê digirin Aklîme Hanas e. Hanas a ku bi strana xwe ya bi kurdî ya bi navê "Yan Mirin Yan Diyarbekir" ku di dema çalakiyên demokrasiyê de tê naskirin, gelek caran rastî tundiya polîsan hatiye. Tevî ku 62 salî ye jî, di hemû çalakiyan de li pêş e. Hanasê armanc û daxwaza xwe dubare kir û got: "Piştî ku Abdullah Ocalan azad bibe em ê jî azad bibin."
 
Hanasê got: "Îro ne tenê Ocalan di bin tecrîdê de ye, em hemû di bin tecrîdê de ne, girtiyên siyasî jî di bin tecrîdê de ne. Em kurd ax, erdnîgarî û ava xwe û bi taybetî zimanê xwe dixwazin."
 
Hanasê anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye û wiha dewam kir: "Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya kurd, tirkan û her kesî. Banga min ji bo dayikên girtiyan ev e, îro zarokên min di girtîgehê de nîn in. Ev 3 meh in min kar û barê xwe yê malê hemû hiştine û ez têm vir çalakiyê. Bila hemû dayikên girtiyan û yên zarokên wan ne girtî bibin yek û xwedî li vê çalakiyê derkevin. Ger em piştgiriyê hev bikin em ê zarokên xwe, Abdullah Ocalan û xwe azad bikin."
 
‘BÊHIQÛQÎTIYEKE WIHA NEHATIYE DÎTIN'
 
Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan Nazîme Boltanê jî ku got "Ez ne tenê ji bo zarokên xwe, ji bo hemû girtiyan li vir im" diyar kir ku navnîşana çareseriyê Îmralî ye. Boltanê diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û wiha got: “Divê destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li tu derê dinyayê bêhiqûqiyeke wiha nehatiye dîtin. Ew neheqiya ku îro li girtiyan tê kirin dê sibê li me hemûyan bê kirin."
 

Sernavên din

18/03/2024
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê