STENBOL - Parêzer Eren Keskîn ji bo berdana girtiya nexweşa giran a dil Fatma Tokmak serlêdan kir got, "Rewşa wê ji aliyê jiyanê ve gelekî krîtîk e. Nikare bimeşe, nikare razê. Ya rast, em bi fikar in."
Fatma Tokmak a ji sala 2010'an û vir ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin, tevî ku nexweşa giran a dil e jî nayê berdan. Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê raporên tenduristiyê lêkolîn kir û raporek weşand û diyar kir ku di sala 2022'an de Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora "dikare li girtîgehê bimîne" weşandibû.
Parêzeran ji bo berdana Fatma Tokmak gelek caran serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) dan, lê bersiv negirtin, herî dawî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dan û xwestin rewşa Fatma Tokmak ji aliyê ATK ve ji nû ve bê nirxandin. Di serlêdanê de her wiha daxwaza taloqkirina cezayê Fatma Tokmak kirin.
Parêzera Fatma Tokmak, Eren Keskîn ku di heman demê de Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ye, nirxandinên li ser rewşê kir.
PEVAJOYA BINÇAVKIRIN Û GIRTINÊ
Eren Keskîn bi bîrxist ku muwekila wê ji sala 1996'an vir ve di girtîgehê de ye, neheq ceza lê hatiye birîn û têkildarî pêvajoya binçavkirinê wiha got: "Dema ku li malekê mêvan e cinayeteke siyasî pêk tê. Tu eleqeya Fatmayê bi bûyerê re tûne lê ji ber meseleyeke navbera wê û xwediyê malê tê binçavkirin. Wan deman tirkî nizane. Tevî zarokê xwe yê 2 salî Azad tê binçavkirin. Nêzî mehekê di bin çavan de dimîne û wê demê dema binçavkirinê 15 roj bû. Lê dîroka binçavkirinê wek demeke nêztir destnîşan kirin. Di bin çavan de rastî îşkenceyên giran hat. Ji bo Fatmayê bidin axaftin li ser zarokê wê yê 2 salî Azad cixare temirandin. Îşkence li zarokê kirin. Ev di raporên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) cih digire. ATK qebûl kir ku îşkence li Azad hatiye kirin. ATK'ê qebûl kir ku şop ên cixareyê ne, lê belê got, 'Dema ev hatin çêkirin em nikarin diyar bikin'. Fatma cara ewil dema anîn dadgehê bi Tirkî nedizanî. Dema ku di wê serdemê da ez ewilî bi wê ra axivîm, wê nizanîbû ku ew bi çi tê tawanbarkirin. Wê demê DGM (Dadgehên Ewlekariya Dewletê) hebûn. Ji xwe ji aliyê raya giştî ve bi berfirehî tê zanîn ku DGM'yî dadgehên antî demokratîk bûn. Ji ber vê yekê piştre hatin rakirin. Tevî ku li şûna wan dadgehên taybet hatin avakirin jî DGM'yî ji holê hatin rakirin. Fatma wê demê hate girtin."
LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ KET
Eren Keskîn diyar kir ku dema zaroka Fatma Tokmak a du salî di dema girtina wê de diviyabû bi wê re li gorî qanûnan bişanda girtîgehê, zarok li saziyeke parastina zarokan hatibû bicihkirin. Ji bo azadiya Azad meh û nîvekê têkoşiyane û di encama têkoşîna xwe de karîne zarokê ji saziyê derxînin û Eren Keskîn wiha axivî: "Wê demê dadgehê tercûmanên Kurd qebûl nekir. Me tenê dikaribû paşê ji bo vê tercûmanê amade bikira. Fatma yê gelek salan di zindanê de ma bê ku bizanibe ka ew bi çi tê sûcdarkirin an jî îfadeya wê çi ye Piştre, li girtîgehê nexweşiya dil bi pêş ket, ev yek ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve ji bo xeteriyeke jiyanî hat destnîşankirin. Ji ber ku Saziya Tipa Edlî raporek weşand, di sala 2000'î de hat berdan û diyar kir ku 'mayîna li girtîgehê ji bo wê xetere ye' Di nava vê demê de 5 salan bi zaroka xwe re jiyanek ava kir. Li maleke lênihêrîna extiyaran bi sîgortayê dest bi kar kir. Wê demê min jê re got, 'Zarokê xwe bigirin û biçin derveyî welat'. Lê baweriyek wê ya ewqas mezin hebû ku wê ceza nexwara û heke wisa bûya jî dê bihata xirabkirin. Bi zarokê xwe re li Stenbolê ji xwe re jiyanek ava kir. Lê mixabin dadgehê cezayê muebbetê lê birî û Yargitayê ev yek erê kir. Fatma di demekê de ku qet ne li bendê bû (2005) dîsa ket girtîgehê."
NIKARE BIMEŞE Û RAZÊ
Eren Keskîn da zanîn ku Fatma Tokmak niha nexweşeke giran e û got, "Doktora dawî ya ew ziyaret kir pirsî, 'hûn çima ewqasî li bendê man?' Ev bi rastî jî pirseke trajîkomîk e. Ji ber ku bi salan e em vê yekê vedihewînin. Her wiha ji TÎHV'ê jî raporek heye û tê de tê gotin ku girtîbûna Fatma ya ku berdewam dike gefa jiyanî ye. Lê belê ATK'ê di salên piştre de rapor weşand û diyar kir ku nexweşiya ku di destpêkê de weke 'xetere' tê dîtin êdî 'xetere' nîne û ji bo vê jî Fatma li girtîgehê dimîne. Serbestberdana wê di sala 2027 'an de ye. Lê belê rewşa heyî ya jiyanî ya Fatmayê gelekî giran e. Nikare bimeşe, qet ranezê. Tevgerên wê gelekî hêdî ne. Ya rast, em bi fikar in." Keskîn anî ziman ku divê Tokmak bi lezgînî tedawiya dil bibe.
DIVÊ HIKÛMET GAV BAVÊJE
Eren Keskîn diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê îktîdar gavên ku baweriyê dide mirov bavêje û wiha axivî: "Fatma heta ku ji girtîgehê derkeve salek maye. Bi salan e ji bo bêje , 'Ez nexweş im, bihêlin ez derkevim' têdikoşe. Bihêlina bila bi rehetî emeliyatên xwe bibe. Bihêlin piçek jiyana xwe li derve bijîm. Fatma dema ku ev nexweş e çima di girtîgehê de tê girtin, mirov fêm nake. Li gorî daneyên ÎHD'ê 1412 girtiyên nexweş hene. Yên ku gihîştine ber destê me, ev tenê ne; Ez bawer im ku jimar ji derveyî vê pir zêdetir e. Der barê girtiyên nexweş de pirsgirêkek heye; yekane saziya rayedar a teşhîsê ATK ye ku saziyeke fermî ye û bi desthilatdariya siyasî ve girêdayî ye Em dibêjin bila bijîşkên serbixwe û nexweşxane jî raporan pêşkêş bikin. Lê belê ev yek ji aliyê dadgeriya Tirk ve nayê qebûlkirin. ATK biryarên ku bi daxwazên desthilatdariya siyasî re têkildar e, dide û ev rapor gelek caran etîka tibî binpê dikin. Ji bo vê jî hê jî gelek girtiyên nexweş di girtîgehê de dimînin. Gelek girtiyên nexweş û pîr hene. Em diyar dikin ku hemû girtiyên nexweş, bêyî ku paşxaneya wan a daraz, siyasî, kurdî an jî tirkî hebe bila serbest werin berdan."
MA / Omer Îbrahîmoglu