Li Elkê şewat derket
- ekolojî
- 16:43 04/10/2024
Şewata li herêma bêjahiyê di navbera gundê Melêsê û Bêrmanê yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê derketî didome.
Şewata li herêma bêjahiyê di navbera gundê Melêsê û Bêrmanê yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê derketî didome.
Şewata ku du roj in li bajarên Merîvan, Sana û Sawlava yên Rojhilat berdewam dikir bi mudaxileya gel hate kontrolkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku îktîdar ji bo qanûneke madenê ya nû ketiye nava hewldanan û wiha got: “Em xwe ji vê îktîdara Tirkiye anîne ber hilweşînê xelas bikin. Em xwe li dijî vê îktîdara ekolojiyê qir dike xwe birêxistin bikin.”
Şêniyên gundên Liceyê bertek nîşanî madena ku tê plankirin li ser 700 hektarên qada daristanê bê vekirin dan û gotin: “Em ê dev ji xaka xwe bernedin Dê têkoşîna me bidome.”
Li Licê di çalakiya protestoyê ya li dijî projeya madenê hate kirin de peyama “Em ê rê nedin” hate dayîn.
Xelkê navçeya Liceyê dê sibe li dijî kana madenê ku tê plankirin li ser 700 hektarên daristanê were vekirin, daxuyaniyeke girseyî bide.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn li gundê Qûşê yê girêdayî navçeya Pasûrê bi hemwelatiyan re civiya û anî ziman ku dê li dijî lêgerîna madenan xwedî li av û axê derkevin.
Li gundê Dîbegûlî yê navçeya Giyadînê ji ber kana mermeran hatiye avakirin, nêzî 50 mal koçber bûne û ji ber toza ku ji kana mermeran derdikeve, nexweşiya astim û bêhnçikandinê zêde bûye.
Li Şirnex a ku di her 15 rojan carekê deşt û çiyayên wê bi hinceta “ewlehiyê” tên qedexekirin, cihekî ku nehatiye talankirin nemaye. Bi birîna daran, xebatên madenan û bendavan tê xwestin ku herêm bi temamî bêmirov were hiştin.
Welatiyên ku xaniyên wan ji ber dînamîtên ji bo Bendava Sîlvanê ku li Geliyê Godernê tê çêkirin, tên teqandin zirar dîtine, diyar kirin ku ev yek zirarê dide qadên jiyanê û tenduristiya wan jû bang kirin ku demildest dawî li vê bê.
Welatiyên ku têkoşîna xwe ya li dijî kana madenê ya tê xwestin li Zozana Hasandînê bê çêkirin didomînin, gotin: "Şîrket hêzê ji dewletê digirin, dewlet jî ji bo berjewendiyên xwe destûrê dide. Lê em ê dest ji berxwedanê bernedin."
Li herêma Bestayê ev 3 sal in bi destê cerdevanan dar tên birîn. Darên bi sedsalî yên hatin birîn, careke din ser koka xwe şîn bûn. Li hêla din cerdevanan li herêma Biryan a Cilênimêjayê dest bi birîna daran kirin.
Taxa Gavgasê ya Pasûrê, li herêmeke wisa ye ku pêdiviya avê ya gelek deverên Pasûrê jê tê peydakirin. Taxa Gavgasê niha bi xetereya madenê re rû bi rû ye. Şêniyên taxê ku pêşî li xebatên sondajê digirin, gotin: "Ne zêr, pêdiviya me bi avê heye. Qethiyen em ê nehêlin."
Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê dê di 7-8’ê îlonê de li Wanê bi dirûşma “Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê” sempozyûmê li dar bixe.
Li dijî welatiyên li navçeya Hopayê li dijî birîna daran derdikevin û nobet digirt êrişa çekdarî hat kirin. Di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.