Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
- çand û huner
- 16:46 24/11/2024
Akademiya Ma Musicê li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo şaxa xwe vekir.
Akademiya Ma Musicê li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo şaxa xwe vekir.
Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar diyar kir ku ew ê li Stenbolê "Egîdê Cimo Ma"yê vekin û got: "Dixwazin çanda kurdî tune bikin. Em jî li dijî vê yekê bang li hemû malbatên kurd dikin ku bi destê zarokên xwe bigirin û werin. Ma Musîc a we ye."
Pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi zimanê spanî hate weşandin.
Hejmara 257’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Komara Qayûman” derket.
Diljen Ronî ku konsera wî ji aliyê şaredariya CHP'î ve hat betalkirin, bang li CHP'ê kir ku dest ji helwesta xwe ya dudil berde û got: "Astengkirina konsereke kurdî, tê wateya ku hûn ji daxwazên gel tiştekî fêm nakin."
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bertek nîşanî êrişên ser zimanê kurdî da û diyar kir ku zimanê kurdî xeta jêneveger a gelê kurd e. Komîsyonê, li dijî êrişan banga mezinkirina têkoşîna ziman û çanda kurdî kir û xwest ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê têkildarî serlêdanên ji bo Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî daxuyaniyek weşand û got: “Ji bo serlêdanê divê hûn mezûnên Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî bin.”
Nivîskar Sureyya Kacabey tev li Mihrîcana Şanoya Jin a Amedê bû û got ku divê tevgerên jinan amûrên pergala nêrza bi kar neyînin.
Hunermendan bertek nîşanî hincetên girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer da ku konsera hunermendên kurd jî kirine hinceta girtina wî û diyar kirin ku pêwîste hunermend ji her demê bêhtir bi hev re li ber xwe bidin û bi cesaret têbikoşin.
Gultan Kişanak a pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Ez dozdar im” îmze kir, bal kişand ku li Tirkiyeyê demokrasî bi gotina “wê bi kêrî Kurdan bê” hatiye sînordarkirin û got: “Demokrasî yan heye yan jî nîne.”
Li bajarokê Komirê yê Semsûrê 1’emîn Mihrîcana Zarok û Ciwanan bi coşekê dest pê kir.
Mîhrîcana Şanoya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike. Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Zeycan Ateşê hemû jin vexwendin mîhrîcanê.
Ji bo 2 romanên ji Weşanên Aryenê derçûn biryara komkirinê hate dayin. Hat zanîn ku biryar di sala 2022’yan de hatiye dayin lê ji weşanxaneyê re nehatiye gotin.
Lîstikvanên jin ên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi lîstika "Çalakiya Malçêkirî" re xwe ji bo Rojên Şanoya Jinan amade dikin.
Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran, bi beşdariya folklorîst û akademîsyenan kursa xwe ya heştan dê onlîne li dar bixe. Serlêdanên kursê îro dest pê dikin û heya 15'ê sermawezê wê berdewam bike.