Kilamên xwe diyarî Roboskî kirin
- çand û huner
- 16:00 28/12/2019
DÎSA-DER şahiyek li dar xist. Dengbêjan di şahiydê de kilamên xwe ji bo qûrbaniyên Roboskî gotin.
DÎSA-DER şahiyek li dar xist. Dengbêjan di şahiydê de kilamên xwe ji bo qûrbaniyên Roboskî gotin.
Hunermend Sîmir Rûdan bi navê “Kevî” albûma xwe ya duyem derxist. Rûdan ji keviyekê li rewşên mirovî dinêre. Kevî rex e lê ne ji derve ye, Sîmir ji mal de dinêre, ji ber ku ew jî lê dijî, ew jî tê de ye.
Rêveberê Mala Hunerê ya Gurcuyan Îberya Ozkan, diyar kir ku çanda Gurcuyan edî li gundan hatiye ji bîr kirin û nifşê niha bi çanda Tirkan mezin dibin û wiha got: "Di vê rewşê de piştî 20- 30 sal şûnde dê li gundan zimanê Gurcuyî bi temamî winda bibe."
Li Wanê dengbêj Meryem Tûncer, tev li kîjan çalakiyê bibe kilama "Momê" dibêje. Kilama "Momê", çîrokeke trajîk e û ya jineke ciwan e.
Hasan Parîn ku 46 sal in kiras, fîstan, bervanik, zendik û kofiyan çê dike, got her kincek xwedî rabirdûyeke dîrokî û çandî ye.
Helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê Mueyed Teyîp diyar kir ku helbestên kurdî jî wek helbestvanên kurd di bin zextan de ne û însan ji ber helbestan dixwînin tên girtin.
Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe ya yekemîn a helbestan a bi navê "Hêlîna Evînê" li komeleya Rosayê îmze kir. Jinan eleqeyek baş nîşanî pirtûkê da.
Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ya Batmanê dest pê kir. Helbestvan Berken Bereh di vekirina bernameyê de axivî û got: “Heke zimanê miletekî tune bibe ji wî miletî tiştek namîne. Ji ber vê yekê dema cara ewil qeyûm hatin dest bi daxistina tabelayên kurdî kirin.”
Zulkuf Korkmaz ku li Erziromê dijî, dengbêjiya ku ji dayika xwe hîn kiriye 53 salên berdewam dike. Korkmaz çîrokên kilaman dinivisîne û hewld dide antolojiya kilamên kurdî çêbike, xeyala wî ya herî mezin li gundê xwe avakirina dîvaneke dengbêjan e û vê çandê ji nifşên dû xwe re ragihîne.
Mamsoteyê erbanê Alî Gezer, li Antalyayê bi navê "Stêra Erbanê" komek ava kiriye û ev demeke erbanê hînî jina dike.
Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi dawî bû û sibê ji bo ferhengê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Amedê dê resepsiyona danasînê bê dayîn.
Endamê Desteya Şêwirê ya Tora Çand û Zimanan Şefîk Beyaz, diyar kir ku berpirsiyariyên wan hene û got: "Wê xebatên me hêviyê xurtir bike".
Hunermendê dersimî Mikaîl Aslan, bi awayekî tund bertek nîşanî serladana ji bo rakirina peyker û navê Seyît Riza da û ev tişt got: "Ne Perînçek û ne jî durûyên di nav me de nikarin roniya heqîqetê ya diçirise tarî bikin. Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye."
Êlih, wê di navbera 25-29'ê Kanûnê de malovaniya 2'mîn Rojên Wêjeya Kurdî bike. Di çarçoveya bernameyê de wê helbest bên guhdar kirin û panel û gotûbêj bên sazkirin.
Ji pirtûkên Seher û Devran ên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş, 4 çîrok kirin lîstika şanoyê.