Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
- aborî-ked
- 09:05 17/7/2021
DAIŞ'ê ku li Kobanê têk şikiya, di sala 2015'an de li Pirsûsê ciwanên ku xwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin hedef girtibû û di vê êrişê de 33 mirov jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî şahidê komkujiyê Mehmet Koştî, piştî êrişê heger bi zanebûnê dereng mudaxileyî birîndaran nehata kirin, dibû ku ewqas kes jiyana xwe ji dest nedana.