Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
- aborî-ked
- 11:37 04/10/2024
Baxçeyê Çayê yê Malbatê ya Darayê ku zêdetirî 20 sal in li navçeya Artukluyê hatiye vekirin, tevî ku ji bo bidawîbûna peymanê 29 sal mane jî bi biryara walîtiyê dewrî miftîtiyê hate kirin. Ji bo sedema wê jî gotin; “Saziyeke cemaweriyê dixwaze.”