‘Li dijî rejîma OHAL’ê ji bo demokrasiyê têkoşîn’
- aborî-ked
- 16:57 20/1/2018
Platforma Şaxa KESK’ê ya Îzmîrê, ji bo bi dawî anîna OHAL û KHK’ê çalakî li darxist û banga tekêkoşîna demokrasiyê ya li dijî OHAL’ê li raya giştî kir.
Platforma Şaxa KESK’ê ya Îzmîrê, ji bo bi dawî anîna OHAL û KHK’ê çalakî li darxist û banga tekêkoşîna demokrasiyê ya li dijî OHAL’ê li raya giştî kir.
Esnafên Wanê piştî erdhejê ji bo deynê baca wan bê efûkirin serî li rayedaran dan, lê hemû serlêdanên esnafan bê encam hat hiştin. Bajarê Wanê di milê deynê bacê de di nava 81 bajaran de bi 6 milyon û 350 hezar tl deynê bacê ket rêza yekemîn.
Aborîzan Aydin Arî yê ji Zanîngeha Dokuz Eylulê hat îxrackirin, mudaxileya Tirkiyeyê ya Efrînê wek "pêşandeya hêza siyasî" şîrove kir û got nîşaneyên aboriyê diyar dikin ku nikarin xwe li ber şerê Efrînê bigirin.
Penêrê Wanê yê li ser taştiyên sibehê kêm nabe, li gorî sala çûyî buhayê wê ji sedî 50 zêde bû û derket 30 TL'yî. Ji ber ku buhayê penêr zêde ye welatî nikarin bikirin. Esnafan diyar dikin ku sedema zêdebûna buhayê penêr qedexeya zozanan û kêmbûna sewalkariyê ye.
Şêniyên li gundên Colemêrgê sewalkariyê dikin diyar kirin ku ji ber bihabûna êmê sewalan neçar man ku sewalên xwe derdixin çiyayan û li ser gûniyan diçêrînin.
Komeleya Zilamên Karsaz û Pîşesazan a Tirk (TUSÎAD) navê xwe guhert û navê “Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesazan a Tirk” li xwe kir.
Li Bazara Sewalan a Wanê ji ber buhabûna kayê û goştê îthal, sewalvan bi rojên dijwar re rû bi rû mane. Sewalkaran gotin: “Her tiştî zem dikin, lê sewal erzan in. Ev rewş bandorek neyînî li me dike.”
900 karkerên li Kana Komirê ya Adularya ya li Eskîşehîrê ji ber 3 meh in mûçeyên xwe ne sitendine dest ji kar berdan.
Serokê Piştgiriya Karkerên Taşeronî yê Dîlokê Ahmet Kurt, diyar kir ku AKP'ê di 15 salên desthilatdariya de di saziyên cemaweriyê de "dojeha taşeronî" ava kir, sererastkirina taşeronî ya serdema nû jî wekî amadekariyeke hilbijartina 2019'an dît.
Gundiyên Colemêrgê bi sewalkariyê debara xwe dikin, ji ber qedexeya zozan û mêrgan, ji ber rêvekirina li ber îthalat û maliyeta zêde, nikarin sewalkariyê bikin.
Şaxa Egîtîm Sen û SES'ê bi armanca balê bikişînin ser rewşa akademîsyenên danezana aştiyê îmze kirin û hatin îxrackirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku kesên di komîsyonê de cih digirin kesên îmze avêtine "Danezana Rewşenbirên Tirk ên Welatparêz" in.
38 endamên Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî, bi hinceta endamên sendîkayê ne ji şîrketa Uyar Çelikê hatin avêtin. 38 karkerên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiyê kirin. Karkeran destnîşan kir ku heta li karê xwe vegerin dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Veysî Abdulsemetoglu yê sewalkariyê dike, diyar kir ku ew hemû hewl didin bi derfetên xwe karê xwe bidomînin û wiha got: "Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê cotkar û sewalkar li goşeyên bankayan bûn wekî parsekan."
Karkerê înşaetê Sitki Aydin piştî li ber Meclisê agir berda xwe, çavê raya giştî vegeriya ser karkerên înşaetê. Karkerên înşaetê ji sibehê heta êvarê di destê wan de tevşo di şertên zemet de dixebitin û rojeke wan a betlanê jî tune û ev jî rewşa karkerên înşaetê yên li Tirkiyeyê radixe ber çavan.
Gelê Taxa Lîmonlûyê ku li Mêrsînê berê bi lîmonên xwe navdar bû, ji ber her diçe qîmeta lîmonan kêm dibe, berê xwe dan hilberîna mûzan.