Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan
- aborî-ked
- 15:39 09/8/2019
Şaxên SES’ê yên Stenbolê girtina xebatkarên tenduristiyê yên li Cizîrê şermezar kirin û xwestin xebatkar bên berdan.
Şaxên SES’ê yên Stenbolê girtina xebatkarên tenduristiyê yên li Cizîrê şermezar kirin û xwestin xebatkar bên berdan.
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku li bajarên herêmê di navbera walîtî-saziyên cemaweriyê û rêveberiyên herêmî yên hatine bijartin de hevkarî nemaye û xwest ev yek demildest were çareserkirin.
Îsal beriya Cejna Kurbanê ji ber krîza aborî welatî nikarin pêdiviyên cejnê bistînin. Esnafên ku dixwestin di cejnê de alav û amûrê cejnê bifiroşin jî hêviya wan pêk nehat. Her çend cejn nêzîk bû jî, gelatiyên derdikevin bazarê gelek tişt dipirsin, lê krîn û firotin tune ye. Esnafan diyar kirin ku wan tişta ji Cejna Kurbanê hêvî dikir nedîtin û li gel 2 roj ji cejnê re maye jî rojê tenê 3-4 perçe difiroşin.
Yên li Mêrsînê ku qurbanên xwe derxistin ber firotanê gotin ji ber sewal bihane kes nakire û gotin: “Yên bihayê sewalan hîn dibin direvin diçin.”
Bihabûna mazot, gubre û derman tesîrê li ser birince Qerejdaxê jî dike. Cotkaran got: “Heke wisa bidome em ê dest ji çandiniya birinc berdin.”
Besîvanên li Alîbeykoya Stenbolê qurbanan difiroşin diyar kirin ku ew nikarin qurbanan bifiroşin û zirar dikin. Esnafên li Sûka Misirê jî gotin ku karê wan nabe.
Li gel ji Cejna Qurbanê re 2 roj man jî tevgera li Bazara Sewalan a Amedê kêm e. Xwediyên sewalan û mişterî bêkêf in û ji ber bihabûna goşt û êm bi gazin in.
Hevserokê Şaxa SES’ê yê Amedê Recep Orûç, bi hinceta madeya demkî ya KHK’ê bi destûra Wezareta Tenduristiyê Fahrettîn Koca hat îxraçkirin.
Rêxistinên mafên mirov û tenduristiyê yê li Wanê, bertek nîşanî girtina 3 kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê dan û gotin: “Hinceta ku weke sûd didin nîşandan, erka me ya serekeye.”
Li Wanê di salên bihûrî de li kolanên bajêr kelecana Cejna Qurbanê hebû. Çend roj ji cejnê re ma lê şênbûna berê nîne. Welatî dibêjin ji ber ku her tişt biha bûye ew nikarin tiştekî bikirin.
Koçervanî ku yek ji aktorên herî sereke ya aboriya herêmê ye, gav bi gav tune dibe. Koçerên ku êdî nikarin ka û ceh bikirin, ji bo ku sewalên xwe bifiroşin çûn bazara sewalkariyê. Lê koçer ji vê derê jî dest vale vegeriyan malên xwe.
Li Rihayê Bazara Sewalan viqûvala ye. Ne kes qurbanan difiroşe û ne kes diçe dikire. Serokê Bazarê Ramazan Gul got: “Li Tirkiyeyê sewalkarî qediyaye.”
Cîhan Sariçîçek ê li Qerejdaxê firîngî û îsotan çandiye diyar kir ku mesrefa wan zêde dibe û nikarin kar bikin û got: “Gelek însanan top avêt. Êdî em ji firîngiyan re dibêjin yên sor."
Tirkiye di nava welatê cîhanê de di rêza 2'emîn welatê cîhanê yê herî zêde hilberîna petêxan dike ye. Tirkiye salê 1.8 milyon ton çandiniya petêxan dike. Li Tirkiye herî zêde li Edeneyê çandiniya petêxan tê kirin. Lê li aliyê din qîmeta petêx kêm dibe û rençber naxwazin zêde petexên biçînin. Li gorî rapora Odeya Endezyaran di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn, di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn. Di nava 16 salên serdema AKP'ê de qîmeta petêx kêm bûye û mazot zêde bûye.
Bermahiyên fabrîqeyan ên tev li Çemê Ergene dibe ava wî şahrînî dike. Çemê ku ava wî qrêj û genî dibe, gefan li tenduristiya mirovan dixwe. Welatiyên li dora çem dijîn bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku gelek mirov ji ber ava jahrî û genî nexweş dikevin.