Esnafên Wanê: Sedema krîza aborî şer e
- aborî-ked
- 09:07 25/10/2019
Esnafên Bazara Semtê ya 2'yê Nîsanê ya navçeya Rêya Armûşê anîn ziman ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî kûrtir bûye.
Esnafên Bazara Semtê ya 2'yê Nîsanê ya navçeya Rêya Armûşê anîn ziman ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî kûrtir bûye.
Lîjneya Polîtîkayên Dirav a Banqeya Navendî, faîza repoyê ya hefteyekê ji sedî 16,5'an daxist ji sedî 14'an.
Cotkarên silqok û kartolan diçînin, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetên gubre, mazot û ceryanê xisirîne û gotin: "Em zehmetê dikişînin, lê tiştekî qezenc nakin."
Pisporê DÎSK-AR'ê Denîz Beyazbûlût, bilêv kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên betal her diçe zêdetir dibe û got, nexasim jî hejmara jinên ciwan ên betal ji Tîrmeha 2005'an ve bûye 41.2.
Odeya Bijîşkan a Stenbolê bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli da û got Mizrakli nûnerê biratiyê ye.
Ji ber krîza aborî, di 3 salên dawî de li Sîteya Komirvanan nîviyê esnafan dikanên xwe girtin. Komirvanan, bilêv kir ku wê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, krîza aborî kûrtir bike.
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk derbarê du mamosyên li Nisêbînê ji ber gilîkirina nuçegihana ÎHA’yê ji peywirê hatin dûrxistin de, daxuyanî da û got: “Em ê li dijî şer, rant, talan û artêşa dizekan helwesta xwe ya aştiyane dewam bikin.”
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku bandora krîza aborî li ser hemû beşên civakê belav bûye, lê tevî vê yekê Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne. Paylan, destnîşan kir ku şer li ser xizanan fînanse dikin û bi pereyê bêrîka xizanan şer dikin.
Karker û kedkarên li Stenbolê dijîn, li dijî şerê ku li ser Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku naxwazin fatûreya şer bidin.
Dolarên DYA, piştî Tirkiye li dijî Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê test bi şer kir, li hemberî TL buha bû. Dolar ji 5.89'an derket 5.93'an. Dolar di nava 4 mehên dawî de derket asta herî jor.
Aborînas Mûstafa Sonmez diyar kir ku daxuyaniyên Amerîkayê yên dijberî êrîşan Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li aborîya Tirkiyeyê kirine û wiha got: "Ji bo stenboliyan şer qedandina dirav e."
Li Bismilê, cotkarên ku dest bi paleyiya pembo kirin, diyar kirin ku fiyetê pembo ne wekî yê par e û gotin: "Eger wisa dewam bike ew ê dev ji çandiniya pembo berdin."
Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, bal kişandin ser krîza aborî û gotin, êdî me dev ji dersan berdaye em ketine etra debarê.
Çandinî û sewalvanî ku çavkaniyên sereke yên debarê ên herêmê ne, niha ji ber krîza aborî û zemên tên kirin li ber qedandinê ne. Sewalvanan, diyar kir ku ev yek ji ber polîtîkayên hikûmetê ne û gotin: "Ger wisa bidome wê ne heywan ne jî goşt bimîne."
Piştî hat ragihandin wê Tirkiye êrîşî herêma Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bike, dolar bû 5.85 lîre.