Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
- aborî-ked
- 10:40
Rageşiya li Rojhilata navîn, krîza aborî, bihabûn û pêşbaziya turîzmê bandoreke neyînî li ser turîzma Wanê kir. Hejmara turîstan ku par 980 hezar kes bû, îsal daket 380 hezar kesan. Serokê Anatoliyaya Rojhilat a TURSAB’ê Cevdet Ozgokçe got: “Bihabûn û şerên li herêmê bandoreke neyînî li turîzmê kir.”
