Xwendekara hat derbkirin: Mêr hêzê ji îktîdarê distînin

  • jin
  • 09:07 28 Cotmeh 2018
  • |
img
 
STENBOL - Xwendekar Çîsel G., ku bi şideta hîndekar Mehmet A. re rû bi rû ma, got: "16 sal in mêr xwe dispêrên polîtîkayên AKP'ê." 
 
Xwendekara Zanîngeha Yildiz Teknîkê Çîsel G. (22), di 18'ê îlonê de dema cixare dikişand bi şidet û heqareta hîndekarekî zanîngehê re rû bi rû ma. Hîdekarê Fakulteya Înşeatê Doç. Dr. Mehmet A., di dema genegişiyê de heqaret li Çîsel G.'yê kir û ew derb kir. Çîsel G., diyar kir ku ev şidet girêdayî polîtîkayên dijminahiya jinan dikin. 
 
'KULM AVÊT MIN' 
 
Çîsel G., diyar kir ku dema wê li ber Fakulteya Edebiyatê cixare dikişan, hîndekarek hat cem wan û ji wan re gotiye: "Qey xwendin û nivîsandina we tune ye ku hûn li vir cixareyêê dikişînin, biçin ji vir." Çîsel G., anî ziman ku dema wê jê re gotiye "deba devê xwe zanibe, ez ê gazî ewlekar bikim", ew kes nêzî wê bûye û wêneyê wê kişandiye. Çîsel G. got: "Wexta min got ez ê gazî ewlekar bikim, ji min re got 'ez ê sîleyeke wisa li bixim...' Ber bi derî ve çûm û min gazî ewlekar kir. Di wê kêliyê de hîn jî heqaret dikir. Piştî ewlekar ew hişyar kir, wî jî ez tahm dam û ez li camê ketim. Kulm avêt min û ji ber min dît kulmê davêje min serê xwe bi paş ve kişand. Kulm tam li min neket, serê min hindikî êşiya. Di wê kêliyê de du hevalên min hatin cem min û mamoste kişandin. Li ser vê mamoste hem kulm avêt ewlekar hem jî avêt hevalên min. Şefên ewlekariyê hatin min ji wan xwest girtekê binivîsînin." 
 
'LI NEXWEŞXANEYÊ JÎ HEQARET KIRIN' 
 
Çîsel G., diyar kir ku hevalekî wê ji mamoste re gotiye "tu fedî nakî tu destê xwe li jinekê bilind dikî?", lê belê Mehmet A. jî gotiye "Ew ne jin, ne jî mirov e." Çîsel G., got: "Di wê kêliyê de ez li polîsan geriyam, çimkî hîn jî heqaret dikirin. Wexta em ji bo rapora derbkirinê çûn nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê jî taciza wî û heqaretên wî domandin." Çîsel, diyar kir ku wê li dozgeriyê giliyê Mehmet A. kiriye, lê belê her çend tiştek wisa tune be jî Mehmet A. jî îdia kir ku hatiye derbkirin. Çîsel G. got: "Diyar e ev hêz kuderê tê. Ez ê heta dawiyê şopdarê vê mijarê bim." 
 
'VÊ HÊZÊ JI ÎKTÎDARÊ DISTÎNIN' 
 
Çîsel G., anî ziman ku 16 sal in mêr vê hêzê ji îktîdara AKP'ê distînin û got: "Em hemû dizanin ka çawa ji bo şideta jinê, cinayetên jinan çawa ceza dadixin. Ev rewş pir aşkere ye ku îktîdar destekê dide vê rewşê." Çîsel G., bilêv kir ku divê jin li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. 
 
MA / Necla Demir 
 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye