Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...

img
STENBOL - Polîtîkayên desthilata AKP'ê ku xizmeta tenduristiyê veguherandin tiştekî bazirganiyê, bûn sedem ku di salekê de hezar û 964 bijîşk derkevin derveyî welêt û zêdeyî 9 hezar xebatkarên tenduristiyê rastî tundiyê bên. 
 
Krîzên dijmirovî yên ku modernîteya kapîtalîst ew afirandine, ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji kedê heta siyasetê di her qadên jiyanê de kûr bûne. Derbe û polîtîkayên desthilatan ku bûne çarenûsa Tirkiyeyê, wekî her qadê di warê tenduristiyê de jî zirareke mezin dan der. AKP a ku di serdema desthilatdariya xwe ya 21 salan de, yeko yeko mafên karkeran ên ku bi têkoşînê bi dest ketibûn ji wan wan girt, kedxwariya heyî kûrtir kir. Tenduristî ku mafekî civakî ye, di serdema desthilata AKP'ê de hat kesîdekirin û pêşkêşî sermayedaran hat kirin. AKP ku di sala 2002'yan de bû detshilat, "Plana Çalakiyê ya Lezgîn" eşkere kir û di çaçroveya vê planê de qada tenduristiyê veguherand qadeke bazirganiyê. 
 
AKP'a ku di sala 2003'yan de "Bernameya Veguherandia Tenduristiyê" ragihand, di her beyannameya hilbijartinê de sozên bi vî rengî da û îdia kir ku di tenduristiyê de veguherîneke dîrokî hatiye çêkirin. AKP ya ku bi planên xwe yên çalakiyê sozên ku dabûn bi cih neanîn, halî hazir tenduristiyê veguherand tiştekî bazirganiyê. Ev rewş li gel qeyranên ku di pergala tenduristiyê de afirand, bû sedem ku xebatkarên tenduristiyê îstifa bikin an jî koçber bibin.
 
Di encama van polîtîkayan sala 2023’yan jî bû salek ku di qada tenduristiyê de krîz kûrtir bibin, tundiya di qada tenduristiyê de zêde bibe û xebatkarên tenduristiyê koçber bibin. AKP ya ku li hemberî van pirsgirêkan tevdîr negirt, mafê birêxistinkirina xebatkarên tenduristiyê jî asteng kir. Bi rastî jî di nava salekê de karkerên ku di sendîkayên muxalîf de hatin birêxistinkirin li nexweşxaneyên ku lê dixebitîn rastî mobbingê hatin, endamên sendîkayên nêzî desthilatê jî li nexweşxaneyan wekî rêveber hatin tayînkirin. Tevî van hemû polîtîkayên desthilatê jî xebatkarên tenduristiyê yên ku di nava sendîkayên muxalîf de têkoşîneke rêxistinkirî didin meşandin, tevahiya salê dest ji berxwedanê bernedan.
 
HEZAR Û 964 BIJÎŞK ÇÛN DERVEYÎ WELÊT
 
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, tevî xisarên di warê tenduristiyê de, ji bo xebatkarên tenduristiyê yên ji ber şert û mercên neewle û neyînî yên jiyanê neçar man koç bikin an jî îstifa bikin gotibû, "Diçin bila biçin." Piştî vê daxuyaniyê her çi qas hejmara nexweşxaneyan zêde bû jî, lê di hejmara xebatkaran de kêmbûneke cidî rû da. Bijîşkên ku dixwazin pîşe yan jî perwerdeya xwe li derve bidomînin, ji Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) "belgeya liv û tevgera baş" xwestin. Di rastiyê de li gorî daneyên TTB’ê; di sala 2020'î de 512, di sala 2021'ê de 805, di sala 2022'yan de hezar û 684, di 8 mehên ewil ên sala 2023'yan de jî hezar û 964 kes bi heman daxwazê çûn derveyî welêt. Wezareta Tenduristiyê bi kêmbûna hejmara xebatkarên tenduristiyê re wekî "çareserî" dema muayeneyê daxist 5 deqîqeyan.
 
DI 6 MEHÊN EWIL DE 9 HEZAR Û 35 BÛYERÊN TUNDIYÊ
 
Wezareta Tenduristiyê ji bo pêşî li kûrbûna qeyrana di warê tenduristiyê de bigire, di sala 2019'an de lêkolînek bi navê "Reforma Spî" da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêkolînê de, her çend di sala 2022'yan de "Rêziknameya Peredana Pêvekî" hatibe derxistin jî, nikaribû pêşî li ber koçkirina bijîşkan bigire. Wezaretê ji ber ku nikaribû pêşî li ber îstifakirin, koçberî û tundiyê bigire, ragihand ku di sala 2023'yan de plana duyemîn a 'Reforma Spî' daye destpêkirin. Armanca "Plana Çalakiyê ya 2022-2023 ya Pêşîlêgirtina Tundiyê ya di Tenduristiyê de" ku di çarçoveya "Reforma Spî ya Duyemîn" de ket meriyetê ew bû ku hejmara personelên ewlekarî û ewlehiyê yên li nexweşxaneyan zêde bike. Herî dawî li gorî daneyên "koda spî" yên di Rapora Rewşa Malî û Hêviyên Sazûmaniyê ya 2023'yan a Wezareta Tenduristiyê de cih girtin û di bûyerên tundiyê de serî lê tê dayîn, di şeş mehên ewil ên sala 2023'yan de 9 hezar û 35 xebatkarên tenduristiyê rastî tundiyê hatine.
 
MÛÇE LI GOR TUÎK'Ê HAT DIYARKIRIN!
 
Rojeva din a girîng a îsal jî krîza aborî bû ku bandor li tevahiya welêt kir. Xebatkarên tenduristiyê jî para xwe ji qeyrana aborî girt. Zêdekirina mûçeyên xebatkarên tenduristiyê yên ku li gorî hejmarên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) hatin diyarkirin têr nakir. Mûçeyên karmendan di şeş mehên yekem ên îsal de ji sedî 8 û di şeş mehên duyemîn de jî ji sedî 6 hatin zêdekirin. Enflasyon di 6 mehên ewil de wekî ji sedî 19,77 û di 6 mehên duyemîn de jî wekî ji sedî 10,90 hat eşkerekirin.
 
DAXWAZA JI BO BUDÇEYA DEMOKRATÎK
 
Kedkarên tenduristiyê ji ber polîtîkayên desthilatê yên bûn cihê texrîbatên mezin sala 2023'yan li qadan derbas kirin. Kedkarên tenduristiyê yên ku li dijî budçeya ji bo Wezareta Tenduristiyê hat veqetandin rabûn, gotin, “Em doza budçeyeke ehlê kedê û budçeyeke demokratîk dikin." 
 
Pereyên ku di bin navê "teşwîqê" de ji xebatkarên tenduristiyê re dihatin dayîn, li gelek nexweşxaneyan jî li ser pişta kedkaran weî çewisandinê hat bikaranîn. Ev tehsîlata ku ji aliyê rêveberên nexwelxaneyan veguherî sepandineke kêfî, bandor li mafê sendîkayî û betlaneya salane jî kir.
 
LI NEXWEŞXANEYAN XEBATÊN SENDÎKAYÎ
 
Wekî di her qada karî de, sendîkabûn di warê tenduristiyê de jî dijwar bûye. Karker di sala 2023’yan de neçar man bibin endamên sendîkayên nêzî desthilatê. A rast kesên ku ne endamên sendîkayên nêzî desthilatê bûn, nikaribûn di rêveberiya nexweşxaneyê de cih bigirin. Li gel hemû zextan jî gelek sendîkayên wekî Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya Şoreşger (Dev Saglik-Îş) dest ji mafê xwe yê sendîkayî yê li nexweşxaneyan bernedan. 
  
QEYÛM TAYINÎ TTB'Ê HAT KIRIN
 
Polîtîkaya qeyuman a ku desthilatê di sala 2016’an de bi şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de dabû destpêkirin, di sala 2019’an de bi şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de berdewam kir ü heta rektorên zanîngehan jî çû, di warê tenduristiyê de ji hat sepandın. Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncancî jî di nav de ku her tim ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hedef tö gırtın û bı îdiaya "çalakiya bêarmanc" dihat darizandin, bi biryara dadgehê ji wezîfeyê hat girtin, qeyûm tayinî şûna endamên konseyê hat kirin. TTB ku di hedefa desthilatê de ye û bi darbeya qeyûm re rû bi rû maye, diyar kir ku ew li ser karê xwe ne  dê têkoşîna wan bidome. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû