'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'

EDENE - Hevserokê AATUHAY-DER'ê Zahir Akalin diyar kir ku girtiyên nexweşên giran nayên dermankirin û mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin û banga "Dest ji van pêkanînan berdin, girtiyên nexweş berdin" kir. 

Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyan li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Hat ragihandin ku girtiyên nexweş, bi taybetî yên li girtîgehên herêma Behra Spî, mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin û di wext de sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Hevserokê Komeleya Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Akdenîzê ya Edeneyê (AATUHAY-DER) Zahir Akalin destnîşan kir ku girtiyên li Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sûlûca ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar tên hiştin.
 
 
Akalin ragihand ku ferzkirina "lêgerîna li hundirê dev" ji sala 2019'an ve li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sûlûca di meriyetê de ye, berdewam dike û got ku ev ferzkirin rê li ber mafê xwegihandina tenduristiyê ya girtiyan digire. Akalin diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê 19 girtiyên nexweş hene ku pênc ji wan bi giranî nexweş in û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sûlûca jî 20 girtiyên nexweş hene ku 4 ji wan bi giranî nexweş in. Akalin got: "Li gorî agahiyên ku me ji malbatan wergirtine, ji bilî ferzkirina 'lêgerîna li hundirê dev', li girtiyan derxistina pêlavan jî tê ferzkirin. Girtiyên ku van ferzkirinan red dikin, naşînin nexweşxaneyan û nayên dermankirin. Girtiyên ku ji ber vê pêkanînê bi salan e nayên dermankirin hene. Ev binpêkirina mafê jiyanê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Divê dev ji vê pêkanînê berdin. Divê mafên mirovan ên girtiyan, çi dibin bila bibin, werin bicîhanîn."
 
'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'
 
Akalin destnîşan kir ku Haci Alagaş ku temenê wî ji 65 salan mezintir e û li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Sûlûcayê girtî ye, di 25ê Mijdarê de krîza dil a duyemîn derbas kir û ew birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajarê Edeneyê û got: "Malbat qet nehat agahdarkirin. Malbat tenê piştî ku girtiyan rewşê bi malbatên xwe re parve kir, ji rewşê agahdar bû. Dema ku serê xwe dişûşt krîze çêbûye û berî ku sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajarê Edeneyê bê kirin, ew birine revîrê, li wir masaja dil û du anjîografi hatine kirin. Damarên wî yên girtî hatin vekirin. Çend rojan di beşa lênêrîna awarte de ma. Haci Alagaş niha li beşa asayî ye û tê payîn ku ji wir derkeve. Hem em û hem jî malbata wî ji tenduristiya wî bi fikar in. Berê nexweşiyên mîdeyê pê re hebûn. Di şert û mercên girtîgehê de mirovên saxlem jî nexweş dikevin. Rewşa girtiyên nexweş xirabtir dibe. Wekî komeleya malbatên girtiyan, em daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin."
 
Akalin behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam kir û got: "Her çend em di vê heyamê de li benda başbûnên li girtîgehan bin jî, berevajî vê yekê, binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne. Em vê rewşê li hin girtîgehan dibînin. Yên ku dixwazin pêvajo têk biçe, vê yekê dikin. Binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehên Erzingan, Kirşehîr, Sûlûca, Kurkçuler û Bûrdûrê pir zêde bûne. Ger Wezîrê Dadê bixwaze tevkariyê li vê pêvajoyê bike, divê tavilê girtiyên nexweş berde. Wekî malbat û komeleyên girtiyan, em li pişt Rêberê xwe ne û em ê bê westan bixebitin heya ku ev pêvajo bi ser bikeve. Bê guman aştî û biratî dê were vî welatî."
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen