Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate ragihandin, Tirkiyeyê heta niha 23 hezar û 369 caran êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kir.  

 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Komîteya Rêveber a PKK’ê jî bersiv da banga Abdullah Ocalan û di 1’ê Adarê de agirbest ragihand. PKK’ê got ku heta li ser wan êriş neyên kirin ew ê çalakiyên çekdarî li dar nexin. Lê tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber domand. 
 
Li gorî daneyên me ji daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatine weşandin berhev kirine, HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk di meha Adarê de 11 caran bi çekên kîmyewî, 9 caran bi çekên qedexe, 9 caran bi droneyên teqemenî barkirî êrişî tunelên wan ên şer ên li Herêma Parastinê ya Medyayê kirine. HPG’ê ragihand ku di heman mehê de dewleta tirk qadên berxwedanê 169 caran bi balafirên şer, 98 caran bi helîkopterên êrişê û 11 hezar û 289 caran jî bi çekên giran, top û obûsan hedef girtiye.
 
DI NÎSANÊ DE 9 HEZAR Û 790 CARAN ÊRIŞ KIRIN
 
HPG’ê, di daxuyaniya xwe ya têkildarî bîlançoya meha Nîsanê de jî da zanîn ku dewleta tirk di meha Nîsanê de 7 caran bi çekên kîmyewî, bombeyên fosforê û teqemeniyên qedexe, 76 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên êrişê, 2 caran bi droneyên teqemenîbarkirî û 9 hezar û 693 caran jî bi çekên giran, top û obûsan êrişî qadên Herêma Federe ya Kurdistanê kiriye. 
 
DI MEHA GULANÊ DE JÎ ÊRIŞ BERDEWAM IN
 
Êrişên dewleta tirk di meha Gulanê de jî berdewam kirin. Di daxuyaniya 5’ê Gulanê de hate ragihandin ku dewleta tirk di nava 5 rojan de 3 caran bi teqemeniyên qedexe, 3 caran bi droneyên bombebarkirî, carekê bi balafirên şer û hezar û 987 caran jî bi çekên giran, top û obûsan êriş kir.