‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'

  • jin
  • 09:28 8 Gulan 2025
  • |
WAN - Dilxwaza Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çatiyê Kubra Karagozê diyar kir ku divê dewlet guh bide dengê jinan û got: "Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berpirsyarî rabin."
 
Weqfa Sitargeha Jinê ya Mor Çati ku di sala 1990'î de li dijî tundiya mêr-dewletê hat avakirin, 35 sal in têkoşîna xwe bi piştgiriya jinên rastî tundiyê tên didomîne. Weqf ku di sala 1987’an de ji aliyê komeke jinên feminîst ve piştî “Kampanyaya Li Dijî Lêdanê” hat avakirin, li dijî her cure tundiya mêr a li ser jinê, bi taybetî jî tundiya nav malê xebatên serbixwe dimeşîne.
 
Mor Çati ji roja destpêkê ya damezrandina xwe ve, li ser esasê ku kiryar berpirsyarê tundiyê ye, bi derfetên xwe desteka pêwîst dide jinan. Weqfa ku di sala 1995'an de stargeha xwe ya serbixwe vekir, bi salan xwe gihand bi hezaran jinan û hem desteka takekesî da û hem jî tevkariya têkoşîna civakî kir. Mor Çati heta îro ji zêdetirî 37 hezar jin û zarokan re desteka civakî, huqûqî û derûnî daye û di warê stargehê de jî destek daye 451 jin û 515 zarokan. 
 
Dilxwaza Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çatiyê Kubra Karagozê bal kişand ser wê yekê ku armanca wan a sereke cîhaneke bêtundî ya li ser jinê ye û got: "Li cihê ku em behsa polîtîkayên bêcezakirinê dikin, ne pêkan e ku mirov bêje tundî zêde bûye an kêm bûye."
 
Kubra Karagozê bal kişand ser kongreyên ku ji bo komkirina rêxistinên li dijî tundiya li ser jinê tên lidarxistin û got ku ew her sal tên cem hev û polîtîkayên xwe diyar dikin. Kubra Karagozê anî ziman ku yek ji qadên têkoşîna hevpar a rêxistinên jinan kongre ne û got: "Em salê carekê dicivin. Em bi pêkhateyên xwe re tên cem hev û polîtîka, rêbazên têkoşînê û nexşerêya xwe diyar dikin. Rêveberiyên herêmî, saziyên gel, baro û rêxistinên feminîst jî beşdarî van kongreyan dibin. Ev pêkhate cîhaneke bê stargeh armanc dike." 
 
‘ÊRIŞ ZÊDE BÛN'
 
Kubra Karagozê diyar kir ku pêkhateyên kongreyê ji bo polîtîkayên li ser jinan pêş bixin dixebitin û diyar kir ku li Tirkiyeyê û herêmê xebatên xwe yên li ser vê mijarê didomînin. Kubra Karagoz got: "Em dibînin ku bi salan e êrişên li ser jinan û hemû komên din zêde bûne û bûne hedef. Em kêmasiyên pêvajoyên ji bo pêşîgirtina li tundiyê û domandina van polîtîkayan bi zelalî dibînin. Ev bi biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê dest pê nekir, lê ev encama vê pêvajoyê bû." 
 
Kubra Karagozê anî ziman ku jiyan û gotinên jinan bi awayekî sîstematîk tên pirsîn û bal kişand ser polîtîkaya ku dewletê li ser bedena jinan ava kiriye. Kubra Karagozê got: "Em bi pergaleke ku li ser beden û jiyana jinan polîtîkayan dimeşîne re rû bi rû ne. Wezîfeya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî pêşîgirtina li tundiyê ye û jin karibin xwe bigihîn hawirdorê ewle. Divê wezaret di vî warî de polîtîkayeke berfireh bimeşîne. Em dizanin ku navendên Pêşîlêgirtina Tundiyê û Şopandina Tundiyê (ŞÖNİM) li 81 bajaran e. Li hin bajarên mezin gelek navendên wê hene. Lê agahdariyeke zelal nayê kirin ku ev navend çawa dixebitin."
 
Kubra Karagozê bilêv kir ku di warê pêşîgirtina li tundiyê de li derveyî Tirkiyeyê jî pêwendiyê bi saziyan re datînin û got ku stargehên li welatên cuda dikarin li Tirkiyeyê jî bên pêkanîn. Kubra Karagozê destnîşan kir ku li hin welatan stargeh li gor rewşên lezgîn diguherin û li gor pêwdiviyên jinan destek tê dayîn û got ku divê ev pergal li Tirkiyeyê jî bê pêkanîn. 
 
Kubra Karagozê got: "Em bihêz in. Jin bi vê hêzê xw ebirêxistin dikin. Jiyaneke bêstargeh pêkan e. Ger polîtîkayên çalak û mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê bên pêkanîn wê tundî bi dawî bibe. Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berpirsyarî rabin."
 
MA / Rûken Polat - Ozlem Yacan