‘Heger li Wanê erdhejek çêbibe wê bibe sedema karesateke pir mezin'

img

WAN - Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşeatê ya Wanê Firat Dûrmaz, anî ziman ku hîn jî avahiyên 9 sal berê di erdhejê de texrîb bûne û xesar dîtine nehatine xerakirin û got: "Heger erdhejek çêbibe wê karesateke mezin rû bide." 

Di 23'yê Cotmeha 2011'an de li Wanê erdhejek mezin çêbû. Di erdhejê de li gorî hejmarên fermî 644 kes miribûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek avahî jî texrîb bûn û zerar dîtin. Lê belê 9 sal in hin avahiyên ku xesar dîtine hîn jî nehatine xerakirin. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşeatê Firat Dûrmaz, bal kişand ser vê rewşê û got, heger erdhejek çêbibe wê bibe sedema karesateke mezin.
 
Dûrmaz, anî ziman ku piştî erdhejê diviyabû avahî bihatana kontrolkirin lê belê ev yek baş nehatiye kirin û got, piştî hin kesan gilî kiriye hin lêkolîn kirine û ev yek tespît kirine. Dûrmaz, bal kişand ser xetereya erdhejê ku li herêmê çêbibe û got, piştî erdhej çêbûye tiştên qewimîne zû hatine jibîrkirin û pê re pê re rehawetek çêbûye. Dûrmaz got: "Mixabin divê em rastiya erdhejê tu carî ji bîr nekin. 30 salan carekê erdhejeke mezin diqewime. Niha jî îhtimala ku erdhejek çêbibe heye. Lewma divê neyê jibîrkirin. Gava tevdîr baş neyên girtin erdhej dibin sedema texrîbatine pir mezin. A rast erdhej nerûxîner in. Lê ji ber ku em guhnedêr in û tevdîran nagirin dibin sedema rûxandineke mezin û mirinê." 
 
TALÛKEYEKE MEZIN 
 
Dûrmaz, bal kişand ser avahiyên ku piştî erdhejê texrîb bûne û got, ji ber bêtevdîriyê avahiyn xesar dîtine giş nehatine tespîtkirin. Dûrmaz, diyar kir ku paşê ev kêmasî hatiye ferqkirin lê belê heya niha tu tevdîr nehatine girtin û tu xebat nehatine kirin. Dûrmaz, destnîşan kir ku ev yek "aktoreke veşarî" ya karesateke duyem e. Dûrmaz got: "Piraniya van avahiyan divê bên çêkirin. Tenê bi awayekî sûkî hin avahî hatin xurtkirin. Lê belê gelek avahî hene divê bên xerakirin. Ev avahî di nava qeydên dewletê de hene, lê hîn jî nehatine xeakirin. Saziyên dewletê xerakirina li hev abr dikin. Di navbera saziyan de talûkeyeke mezin diçe û tê. Lê berî ku bi derengî bikeve divê saziyên dwletê û rêxistinên civaka sivîl di warê teknîî de xebateke baş bikin û van avahiyan xera bikin." 
 
Dûrmaz, diyar kir ku piştî erdhejê 30 hezar avahî xesar dîtine û piranî jê nehatine xerakirin û got, li şûna yên hatine xerakirin jî TOKÎ hatine çêkirin, lê belê ew jî bi mantiqeke rantê hatine çêkirin. 
 
'TALÛKEYEKE MEZIN LI BENDÎ ME YE'
 
Dûrmaz, erdheja ku di 23'yê Sibatê de li Îranê çbû û bandor li gundên Elbakê jî kir bibîr xist û got, erdheja dawî di wesfê "dersê" de bûye. Dûrmaz, destnîşan kir ku ji ber ku piraniya avahiyên li gundan ên kelpîçî û brîketî ne, nikarin li ber erdhejê xwe ragirin û got: "Erdheja li wir çêbû erdhejeke biçûk bû. Tenê ji bo me ceribandinek bû. Nîşan da ku bê di dema erdhejê de çi li bendî me ye. Heger erdhejeke mezintir çêbibe, wê karesateke mezin rû bide." 
 
MA / Dîndar Karataş