Xwest angaşta îşkenceyê ya li dijî gundiyan bê lêkolînkirin

img
AMED - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, ji bo lêkolînkirina angaşta îşkenceyê ya li gundiyên ku duh li Amedê hatibûn binçavkirin, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê da. 
 
 Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo lêkolînkirina angaşta îşkenceyê ya li gundiyên ku duh li 3 navçeyên Amedê hatibûn binçavkirin, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê da. 
 
Beştaş bi bîr xist ku li her sê navçeyan 16 kes ji aliyê cendirmeyan ve hatine binçavkirin û ev tişt got: "Parêzerên ku ji bo kesên binçavkirî çûne gund, daxwaza wan a hevdîtinê hatiye redkirin. mafê parastina gundiyan a bi parêzeran re hatiye binpêkirin. Kesên hatine binçavkirin îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin. Ji gundiyên ku hatine binçavkirin Mehmet Akyuz, rakirine nexweşxaneyê. Îsmet Akar ku hatibû binçavkirin jî rastî tundiya fîzîkî hatibû. Ji ber vê tundiyê çamika sutiyê wî mor bûye û lingekî wî tel bûye. Kesên hatine binçavkirin birine şaxa TEM'ê ya Amedê."
 
Beştaş, da zanîn ku serboriya gundiyan a di bin çavan de dikeve çarçoveya peywira Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê û daxwaz kir ku komîsyon bi awayekî lezgîn kom bibe û ji bo ku angaştan di cih de bişopîne dest bi xebatekî bike.