Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û bernameya vê hevdîtinê were amadekirin.

 
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. 
 
DOSYAYA ROJÎN KABAÎŞÊ 
 
Temellî, di serî de bal kişand ser geşedanên di dosyaya xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê ku li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû û got: “Saziya Tipa Edlî (ATK) rastiyan berevajî dike. Di sûcên li dijî mirovan de; bi taybet jî heke peywirdarên cemaweriyê yên daxilî sûcên bi vî rengî bûn hebin ku îxtîmaleke mezin e, wiha dikin. Ji ber ku dema hêj cenazeyê Rojînê li nexweşxaneyê, walîtiyê daxuyanî dabû û wisa kiribû. Walî, got; ‘xwe kuştiye.’ Lê niha aşkera bû ku întîhar nîne. Gelo hûn hewl didin çi veşêrin? Divê ev cînayet teqez were ronîkirin, sûcdaran derxînin pêşberî darazê û hesabê bidin.” 
 
BUDÇEYA NAVENDÎ YA SALA 2026’AN 
 
Temellî, bi domdarî bal kişand ser Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an ku tê payin di 17’ê Cotmehê de pêşkeşî Meclisê were kirin û got temamiya budçeyên heta niha anîne Meclisê zirar dane aştiya civakî. Temellî, got ku ji sedî 80’ê gelê Tirkiyeyê di bin sînorê xizaniyê de dijî û ev tişt anî ziman: “Reqemên sînorê birçîtiyê li holê ne. Sînorê birçîtiyê 30 hezar lîre ye. Lê mûçeyê kêmtirîn 22 hezar lîre ye. Li cihekî sînorê birçîtiyê 30 hezar lîre êdî hûn wehameta rewşê bifikirin. Hewceye di van mijaran de sereratkirin çêbibin. Divê budçe jî li gorî vê rewşê bê amadekirin. 
 
Budçeyên şer amade kirin. Pere ji çekan re veqetandin. Budçeya aştiyê tê wê wateyê ku li şûna pere bo ÎHA û SÎHA’yan were veqetandin, ji bo ciwanan tê veqetandin. Bila ji bo jinan bê veqetandin. Ji ber çi? Binêrin, reqemên bêkariyê hatin aşkerakirin. Çavkanî ne ji bo gel lê ji bo şer xerc kirin. Niha dem diguhere. Em di pêvajoyê de ne. Her kesî bihêvî ye. Her kes li bendê ye ku şer xelas bibe. Wê demê divê budçe li gorî vê hêviyê bê amadekirin. Divê budçe ji bo gel be, ji bo civakê be û budçeya aştiyê be.
 
HEWCEYE DI QANÛNA ÎNFAZÊ DE WEKHEVÎ HEBE
 
Hewce dike ku di qanûna înfazê de wekhevî hebe. Divê sepanên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên bidawîkirin. Divê meseleya girtiyên nexweş bi awayekî mayinde bê çareserkirin. Divê cezayê muebbeda girankirî ji holê bê rakirin û mafê hêviyê bê cîbicîkirin. 
 
DIVÊ KOMÎSYON BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE 
 
Hewceye komîsyona li Meclisê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Divê şandeyek biçe Îmraliyê. Ev bername jî divê tavilê bê amadekirin. Hewceye şandeya dê biçe bê diyarkirin. Daxwaza me jî ew e ku şandeyek bihêz be û her kes tê de bê temsîlkirin. Divê ev ne ji bo carekê be lê bi awayekî rêk û pêk biçin hevdîtinan bikin. Endamên komîsyonê li hin platforman û qadên taybet li ser vê mijarê nîqaşan dikin.”