Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze

ENQERE - Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ji bo şîna Sirri Sureyya Onder çû serdana DEM Partiyê û têkildarî îdiayên der heqê Onder de wiha got: “Divê dewlet kesên di vê pêvajoyê de cih digirin, baş biparêze.” 
 
Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç, bi boneya wefata Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, li Meclisê çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan. Piştî serdana ku derdora 40 deqeyan domiya, Arinç pirsên rojnamegeran bersivand. 
 
Arinç, bal kişand ser Onder û pêvajoyê û got: “Tirkiye dê bibe welatê aştiyê, welatê aramiyê. Di hevdîtinan de me dît ku inyeta DEM Partiyê ya di vê mijarê de gelek baş e, bi sebir in û gotin ku ew ê tişta ji dest tê bikin û bihêvî ne.” 
 
‘DIVÊ DEWLET BIPARÊZ E’
 
Ji bo pirsa têkildarî îdiayên sûîqestê yên li dijî Sirri Sureyya Onder jî Arinç wiha got: “Li hundir em têkildarî wê mijarê neaxivîn. Lê dema em hatin şêwirmendên min jin min re gotin. Bêguman dê bên lêkolînkirin, di vê mijarê de agahî li ber destê min nînin. Lê ji berê heta roja me, li dijî kesên dixwazin pirsgirêkên sereke çareser bikin û di vê mijarê de gavan diavêjin dikare her tişt were kirin. Lewma hewceye kesên di vê pêvajoyê de cih digirin pir baldar bin û dewlet jî wan jinêzve biparêz e. Hêvîdarim ev hewldan negihijin armanca xwe. Ji bo Tirkiyeyê bila ev bibe dawî.”