Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê vîdeoyeke nû

img

ENQERE - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, derbarê hilbijartinên herêmî de bi gotina “Çavên me sond xwarine, qet ranazên” vîdeoyeke nû parve kir.  

 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de vîdeoyek parve kir. Vîdeo, li ser hesaba Meclisa Ciwanan a X’yê bi gotina “Em Ciwanên Kurdistanê ne, kulîlkên ji koka xwe vedibin, hew dewran bi me re dizivire. Ji bo li her deverê Kurdistanê gul vebin, rabe. Çavên me sond xwarine, qet ranazên.”