Ji Hevserokên HDP'ê Buldan û Sancar peyama cejnê

img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar, bi minasebeta Cejna Qurbanê peyama pîrozbahiyê weşand û xwest her kes li dijî şewba vîrûsa coronayê tedbîrên xwe bigirin. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Mithat Sancar, bi minasebeta Cejna Qurbanê bi video peyam weşandin. Hevserokên HDP'ê Buldan û Sancar, bal kişandin ser şert û rewşa şewba vîrûsa corona û xwest her kes tedbîrên xwe bigirin û tenduristiya civakê nexin talûkeyê. 
 
BULDAN: ERKA ME YE KU EM HEVIYAN MEZIN BIKIN
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ewil cejna gel pîroz kir û got: "Di vê cejnê de em nikarin biçin destê mezinan pîro bikin. Talûkeya vîrûsa corona didome. Hûn jî li şûna biçin destê mezinan maç bikin, bi telefonan cejna wan pîroz bikin. Şewb hêj rîskek mezin e. Wekî her dem cejn hevî û bêrîkirina aştî, azadî û demokrasiyê ne. Em carek din wekî HDP'ê dê di vê cejnê de jî hevî û berîkirina xwe ya aştî, azadî, demokrasî û xwişk û biratiyê mezin bikin. Em dixwazin ev cejn ji bo hemû gelê Tirkiyeyê aştî, azadî û tenduristiyê bîne." 
 
SANCAR: EM Ê JI BO AŞTIYÊ TÊBIKOŞIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî peyama cejnê parve kir û got: “Gelê me yê ezîz em Cejna Qurbanê di şertên dijwar de pîroz dikin. Li aliyekî şer zext û tundî. li aliyê din şewba vîrûsa corona didome. Ji ber vê yekê em tu tahmê ji pîrozbahiya cejnê nakin. Lê ji bo em cejnek rast û di tama xwe de pîroz bikin, em ê bi biryarî têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji jiyanek azad û di nava aştî û piştevaniyê de ava bikin, çi ji destê me bê em ê bikin. Ez cejna we tevan pîroz dikim."