Li Meclîsê ‘çêr’ bi dengdayînê hat qebûlkirin

img
ENQERE – Li Meclîsê wekîla AKP’ê Oya Eronat heqaret li wekîlê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz kir û çêrî wî kir. Di encama dengdayînê de jî “cezayê şermezarkirinê” nedan Eronat. 
 
Di hevdîtinên li ser teklîfa guhertina yasaya medya civakî ya AKP’ê pêşkêş kir li Desteya Giştî ya Meclîsê pêk tê de di navbera wekîlên AKP’ê û HDP’ê de gengeşiya “dijminatiya kurdan” derket. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di axaftina xwe de ya Meclîsê de diyar kir ku li Herêma Kurdistanê welatiyên sivîl bi destê bombebarana artêşa tirk pêk tê de jiyana xwe ji dest didin. Lê wekîlên AKP’ê xwe li hemberî gotinên Kaçmaz negirtin û heqaret li Kaçmaz kirin. Kaçmaz jî ji AKP’iyan re got: “Dijminatiya we ya ji bo kurdan sînoran derbas kir. Hûn li her derê dijminatiya kurdan dikin. Dawiya îqtîdara we hat.” 
 
Li ser vê axaftina Kaçmaz li Meclîsê tansiyon rabû. Di kêliya gengeşeya derbasî girtekên Meclîsê dibûn, Parlamentera AKP’ê ya Amedê Oya Eronat ji Kaçmaz re got “Tu bêehlaqî û bêşerefî.”
 
HDP’iyan xwest Eronat lêborînê bixwaze û cezayê şermezarkirinê lê were birîn. Li ser rageşiya mezin bû Wekîlê Serokê Meclîsê Nîmettullah Erdogmûş 5 deqîqe navber da hevdîtinê.
 
Nîmetullah Erdogmûş piştî navberê de ji bo dayîna cezayê şermezarkirin bidin Eronat dengdayînê pêşkêşî Destya Giştî kir û cezakirina Eronat nehat qebûlkirin. 
 
Pişt re wekîlên CHP’ê û HDP’ê bertek nîşanî cezanedayîna Eronat dan.