‘Dervehiştina girtiyên siyasî rê li pêş cudakariyê vedike'

img
STENBOL - Xizmên girtiyan û parazvanên mafê mirovan bertek nîşanî zagona înfazê ya darazê dan û gotin: "Dervehiştina girtiyan dê rê li pêş perçekirin û berberiya civakê veke." 
 
Ji ber vîrûsa corona (Covid-19) li Tirkiyeyê belav dibe, fikarên malbatê girtiyan zêde dibe ku vîrûs derbasî girtîgehan bibe. Bi taybetî di vê pêvajoya ku pakêta darazê ya înfazê girtiyên siyasî naxe nava xwe tê niqaşkirin bertekên malbat û parazvanên mafên mirovan zêne ne. Ji ber îqtîdar di pakêta 3'emîn a darazê de dixwaze girtiyên siyasî li dervê mafan bihêle, malbatê girtiyan bertekên xwe tînin ziman. 
 
TUAY-DER: DÊ RÊ LI PÊŞ CUDAKARIYA CIVAKÊ VEKE
 
Hevserokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (TUAY-DER) Husnu Taş, anî ziman ku vîrûs cudakariyê naxe nava mirovan, lê îxtîdar bi vê pakêtê cudakariyê dixe nava mirovan û wiha got: "Bi vê guhertinê kesên wekî Alaattin Çakici, diz, çete û tecawizkarên zarokan, qatîl dê serbest bêne berdan. Lê girtiyên siyasî naxe nava xwe. Armanca vê guhertina pakêta darazê ewe ku çeteyan derxe derve û girtiyên siyasi li hundir bihêle. Ev yek dê civakê perçe bike û berberiyê di nava civakê de pêş bixe. Ev li dijî rêgeza wekheviyê ye. Ger ku hikûmet gavek wisa bavêje û Kurdan li dervê vê zagonê bihêle, dê civak û malbatên girtiyan bertekên xwe bîne ziman. Dê malbat û Dayikên Çariksipî dîsa derkevin kolanan. Em dixwazin dawî li van polîtîkayên cudariyê bînin û hemû girtiyan serbest berdin." 
 
ÎHD: EV HELWESTEK NÎJADPESET Û CUDAKARIYÊ YE
 
Endamê komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn jî anî ziman ku ev polîtîkaya ku girtiyên siyasî li dervê mafan dihêle bi salan didome û wiha got: "Ev politîka encama helwesta cudakarî û nijadperestiyê ye. Îktîdar ji bo berdewama xwe serî li van polîtikayên cudakarîyê dide. Kesên wekî muxalif dibîne wan li derve dihêle. Cudakariyê dike. Ev girêdayî hişmendiya rêveberiyêye. Ev nezikatiya li dijî girtîgehan helwestek faşizanî ye." 
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BÊNE BERDAN' 
 
Acettin, anî ziman ku ev şewba vîrûsê li cihê girtî û qelebalix bêtir zû belav dibe û wiha bi dawî kir: "Îqtîdar bi vê helwesta xwe ji girtiyên siyasi re dibêje "Hûn bimirin em ê ên din xelas bikin. Bi taybetî divê beri her tiştî girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Ger ku ev guhertina înfazê ji bo girtiyên nexweş neyê kirin çi wateya wê heye. Civak vê yekê aşkere dizane. Minak Ali Kemal Seyhan, bi dehan caran emeliyata dil bûye, lê nayê berdan. Dîsa Sabri Kaya yê li Girtîgeha Osmaniye divê bi lez serbest bê berdan."