Qeyûm tayînê cihê ezayê muxtar jî kirin

img
MÊRDÎN - Qeyîm tayînê cihê ezayê duyemîn ê ketibû şûna muxtarê Nisêbînê yê ji peywirê hatibû girtin, kirin. Miftiyê navçeyê weke qeyûm hat tayînkirin. 
 
Muxtarê gundê Marîne ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Haşo Dînç, ji ber lêpirsînek derbarê wî de hatibû vekirin di 4’a Adarê de, ji aliyê Wezareta Karê Hûndirve ji peywirê hatibû girtin. Li şûna muxtar Dînç ezayê duyemîn Yûnûs Dayan hatibû peywirdarkirin. Lê Dayan jî bi hinceta “lêpirsîna ewlehiyê” ji peywirê hat girtin û Miftiyê Navçeya Nisêbînê Usame Anlagan weke qeyûm tayînê cihê wî hat kirin. 
 
‘GEL BU VÎRÛSÊ RE, DEWLET JÎ BI MUXTARANRE MİJÛL DIBE’
 
Dayan ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, diyar kir ku ji bilî hinceta “lêpirsîna ewlekariyê” tu tiştek din ji wî re nehatiye gotin û wiha axivî: “Di sala 2007’an de derbarê min de lêpirsînek hatibû vekirin. Lê piştî darizandinê min beraet kiribû. Ez wisan difikirim ku xwestin min teşhîr bikin û ji ber kurê min Levent Dayan ê 28 salî yê tevlî PKK’ê bûye wiha kirin. Kurê min di sala 2018’an de li Gumuşhanê jiyana xwe ji dest da. Dibe ku ji ber vê be jî. Ezê gilî bikîm. Navê vê tewanbarkirine. Maf û hiqûq tuneye. Vîna gel xesp dikin. Gel bi vîrûsa korona re, dewlet jî bi hevşaredar û muxtaran re mijûl dibe.”