HDP’ê astengiyên li pêş xebatên alîkariyê bir meclîsê

img
AMED - HDP’ê astengiya Walîtiya Amedê ya li dijî xebatên alîkariya ku HDP li dijî vîrûsê dide gel, bir rojeva meclîsê. 
 
Rêxistina HDP'ê li dijî vîrûsa corona (Covid-19) li bajar û navçeyên Amedê dest xebatê kiribû û alikarî dida gel. Lê Walîtiya Amedê xebatê HDP'ê yên alîkariya gel asteng kir. Têkildari mijarê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ji bo wezîr Suleyman Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Guzel, anî ziman ku piştî vîrus li Tirkieyyê belav bû divê kesê zêdeyî 65 salî û nexweş dernekvein kolanan. Di vî alî de bang hat kirin. Em jî bo çareseriyê li gel Rêxistina HDP'ê ya Amed û navçeyên wê, ketin nava xebatan. Me xwest li gorî vê xebatê kesên 65 salî û nexweşên kronîk tespît bikin û alîkariya jiyani bidin wan. Partiya me li gorî vê yekê dest bi xebatê kir. Lê di 29'ê Adara 2020'an de Hevseroka HDP'a Peyasê Besile Narin ji aliye polîsên Şaxa Midûriyeta Polîsan ve hat rawestandin û diyar kir ku Walîdîya Amedê destûr nade ku alîkarî bê kirin. Rayedarê polîsan got 'Alîkariya pêwist dê polîs bidin' û destûr neda ku HDP alîkariyê bike. Lê hêj gelek kesên ku divê alîkariya wan bê kirin, alîkari negihiştiye wan." 
 
Guzel ji bo Wezîrê Karên Hundir  Suleyman Soylu bibersivîne ev pirs pirsîn. 
 
“* Biryara ku Waliyîttiya Amedê gritiye agahiya Wezîr jê heye. Ku agahî hebe wezîr ev biryar kengî stendiye? 
 
* Di van rojên ku hemû cîhan li dijî şewbê seferber bûye, sedema hiqûqî ya astengiya li pêş alîkariya HDP'ê ya Amedê çiye? 
 
* Walîtiya Amedê heta niha alîkariyek çawa bi kesên pêdiviya wan bi alîkariyê re heye kiriye? Ger ku polîtîkayek wisa hebe agahiya gelê Amedê jê heye? 
 
* Polîs li Hevseroka HDP'ê ya Peyasê geriyan e û gotine 'Alîkariya pêwist dê polîs bikin' Polîsan bi vê yekê xwestine çi bêjin? Alîkariya civakî ji aliyê polîsan ve tê kirin? 
 
* Ji bo ev pêkanîn û astengiyên keyfî bi dawî bibin tu hewldanên we hene?