Li Mêrdînê bertek nîşanî binçavkirinan dan

  • rojane
  • 13:43 11 Kanûn 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdînên Hevserokê Bajar ê HDP'ê Salîh Kûday jî di nav de operasyona binçavkirina siyasetmedar û nûnerên sendîkayan hat şermezarkirin. 
 
Polisan, di saetên serê sibehê de li Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Hevserokê Bajar ê HDP'ê Salîh Kûday jî di nav de endamên HDP'ê Neda Alper, Abdûllah Akîkol, Aysel Erol û Rêvebera berê yê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Mêrdînê Emel Oran, Serokê berê yê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Mêrdînê Mûstafa Benlî û Serokê Odeya Bijîjkan a Mêrdînê Derya Etem di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bi daxuyaniyeke çapameniyê bertek nîşanî operasyona binçavkirinê da. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Bajar hat dayîn û gelek kes tevlî bûn. Hevseroka Bajar a HDP'ê Eylem Amak daxuyanî da û ev tişt got: "Ev binçavkirin biryara bloka faşîst a AKP-MHP'ê ye. Ev binçavkirin ne hiqûqî ne. Em ê têkoşîna xwe bi paş de nexînin û divê kesên di bin çavan de bi parêzeran re hevdîtin pek bînin û demildest bên berdan."