Li Kaniya Xezalan 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' tûr davêje

  • rojane
  • 22:47 13 Cotmeh 2019
  • |
img
RIHA - Endamên 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' li kuçeyê û kolanên Kaniya Xezalan ku niştecihên wê ji ber êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê terk kirine tûr davêjin. 
 
Endamên 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' li kuçeyê û kolanên Kaniya Xezalan ya li hemberî Grê Spî di bin êrîşa Tirkiyeyê de ku niştecihên wê ji ber êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê terk kirine tûr davêjin. Endamên  'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' ji Navenda Stargeha Demkî ya Keniya Xezalan bêyî ku leşker û polis bi wan re biçin, diçin navenda Kaniya Xezalan û ji dikanan danûstandina xwe dikin. Komên ku hin navberan li ser rêyan rûdinin wêneyên xwe jî dikişînin. Her wiha bi maşîneyên arazî jî li kuçe û kolanên Kaniya Xezalan ku niştecihên wê ji ber êrîşê terk kirine tûr davêjin. Rojnamegerên ku ji bo hevpeyvînê diçin wan re jî dibêjin ku axaftina wan hatiye qedexekirin.