Li gundên Silopya û Cizîrê jî ji bo 3 rojan navber dan perwerdehiyê

  • rojane
  • 20:43 13 Cotmeh 2019
  • |
img
ŞIRNEX - Li Silopya û Cizîrê jî ji bo 3 rojan navber dan perwerdehiya gundên li ser sînor.
 
Ji ber êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gundên ser sînor ên navçeyên Silopya û Cizîrê yên Şirnexê ji bo 3 rojan dibistan ketin betlanê. Rewş ji aliyê rêvebirinê dibistanan ve bi peyamek ji dê û bavên zarokan re hat ragihandin. Di peyamê de ev tişt hatiye nivîsandin: "Bi armanca bergirîgirtinê ji bo Duşem, Sêşem û Çarşemê dibistan ketine betlanê."
 
Gundên Cizîrê yên ku dibistanên wan ketine betlanê wiha ne: Ernebat, Bazivt, Derbaciya, Tilibel, Gijal, Tillefferit, Şebanî, Babil, Dimbiliya, Girêgewr, Gozik û Nehrib. 
 
Gundên Silopyayê yên ku dibistanên wan ketine betlanê wiha ne: Çemqera, Ribehiyê, Rihaniyê, Basorîn, Xezayî û Kutnis.