ÎZMÎR - Li navçeya Bodrûm a Mûglayê keştiya penaberan noqî avê bû. Di lêgerîna hat kirin de 1 jin cenazeyê 8 penaberan hat dîtin. Ji bo derxistina cenazeyê 3 kesên din, xebat berdewam dike.
Li peravên avê yên Taxa Turgutreîs a navçeya Bodrûm a Muglayê, îro derdora saet 07.00’an, keştiya ku penaber lê sîwar bûn û ber bi giravên Yewnanê ve diçû, noqî avê bû. 1 jin 8 penaberên di kêştiyê dabûn, jiyana xwe ji dest dan.
Li ser agahiyê ekîbên ewlekarî û helîkopterên Ewlekariyê Beravê sewqî cihê bûyerê hatin kirn. 31 karkerên di avêde bêhal bibûn hatin rizgar kirin. Li gorî îfadeyên penaberên xelas bûn; nêzî 40 panaberan di kêştiyê de bûn. Li ser vê heyê hat tespîtkirin ku 9 panaber winda bûne. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.